Zana Kaya: Rastî wê bi ser bikeve

Kaya got, "Pîşeyek weke sûc nîşan dan. Lê belê, tevî vê yekê jî li Tirkiyeyê berxwedaneke girîng a çapemeniyê derket holê. Ti hêz nikare li ber hêza rastiyê bisekine. Ez bi vê bawerim."

Piştî ku rojnameya Ozgur Gundemê di meha Tebaxê bi biryara dadgehê hate girtin, Berpirsyarê Weşana Giştî Zana Bîlîr Kaya hate girtin û piştre azad bû.

Kaya tevî endamên Desteya Şêwirmendiyê ya Rojnameyê wêjevan Asli Erdogan û zimanzan nivîskar Necmiye Alpay hat berdan. Lê belê Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya ku ji heman dozê tê darizandin, hê li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvrî tê girtin.

Rojnamevan Zana Bîlîr Kaya, şert û mercên girtîgehê û rewşa rojnamevaniyê ji me re nirxand.

Kaya got, "Şert û merc gelekî giran bûn. Bi hinceta Rewşa Awarte nedihiştin em ti mafên xwe yên qanûnî û destûra bingehîn bi kar bînin. Hemû mafên însanî yên girtiyan ji dest hatin girtin. Mafê hevdîtinê tê astengkirin, mafê aktîvîteyên hevpar tê astengkirin. Li dijî mafê şandin û girtina nameyan de helwesteke kêfî heye. Hemû mafên girtiyan ên mîna van hatin desteserkirin. Tecrîdeke gelekî giran heye."

'BOMBERDÛMANEKE DEREWAN HEYE'

Kaya da xuyakirin, ku dema ew li girtîgehê bû, zêde haya wan rewşa derve çênedibû û got, "Bi rêya girtî û binçavkiriyên nû me hin agahî digirt. Ya rast, em pê dihesiyan ku derve jî kirine girtîgeh. Ji ber ku li girtîgehê timî qewîş dihatin guhertin, yên nû dihatin. Me ji vê yekê fêhm dikir bê welat ber bi ku ve diçe.

Di vê navberê de me bi rastî jî dît ku rojnamevanî pîşeyekî çiqasî girîng e, xwegihandina agahiyên rast çiqasî girîng e. Di nava şert û mercên tecrîdê de mirov dikarin vê yekê bi hêsanî bibînin. Bomberdûmaneke gelekî giran a derewan li mirovan tê kirin."

Kaya destnîşan kir, ku yên niha li ser desthilatdariyê ne, ji ber ku nikarin welêt bi rê ve bibin, zextê zêde dikin.

'DI DAWIYA DAWÎ DE RASTÎ BI SER DIKEVE'

Zana Bîlîr Kaya da xuyakirin, ku ew pîşeyê xwe yê rojnamevaniyê bidomîn e û wiha dewam kir: "Li vî welatî pîşeyek weke sûc hat nîşandan. Şopandina nûçeyê, dîtina bûyerê li cihê bûyerê, kişandina wêne, axaftina bi şahid re weke sûc hatine îlankirin. Ji ber vê yekê rojnamevanî li Tirkiyeyê di dema herî zehmet de ye. Lê tevî vê yekê jî li Tirkiyeyê berxwedaneke girîng a çapemeniyê derket holê. Ev berxwedan berfireh dibe, mezin dibe. Car carna xwe digihîne heta medya navendî. Ti hêz nikare xwe li ber hêza rastiyê bigire. Ez bi vê bawerim. Di dawiya dawî de wê rastî bi ser bikeve. Dibe ku karibin ji bo demekê bitepisînin, dibe ku karibin ji bo wextekê welêt bi derewan bi rê ve bibin, civakê razîne, lê belê dema rastiyê her tişt raxist pêş çavan, hingî wê ew sîstem hilweşe. Ez bi hêza rastiyê bawerim û weke wezîfeyê ji xwe re dibînin ku rastiyê bigihîne civakê. Em karekî civakî dikin, li ser navê civakê dixebitin. Karê me ew e ku rastiyê bigihînin civakê. Lewma em ê vê yekê bidomînin."