El Bab wê weke derî bimîne yan jî bibe 'welat'?
Tayyîp Erdogan got, ji bo ax bibe 'welat' pêwîstî bi 'şehîd û gaziyan' heye. Ev gotin, ji bo mirina bi dehan leşkerên li Babê weke tiştekî normal nîşan bide, got.
Tayyîp Erdogan got, ji bo ax bibe 'welat' pêwîstî bi 'şehîd û gaziyan' heye. Ev gotin, ji bo mirina bi dehan leşkerên li Babê weke tiştekî normal nîşan bide, got.
Tayyîp Erdogan got, ji bo ax bibe 'welat' pêwîstî bi 'şehîd û gaziyan' heye. Ev gotin, ji bo mirina bi dehan leşkerên li Babê weke tiştekî normal nîşan bide, got. Dema Recep Tayyîp Erdogan (RTE) ev daxuyanî da, Ertûgrûl Gazî jî di rêzê fîlmê Dîrîlîş de ketibû nava Helebê. Yanî Ertûgrûl, ji bo Helebê bike 'welat' bi rola Rambo yê RTE tevdigeriya. Bi vî rengî di nava jiyana rasteqîn de El Bab dibû 'welat', ji bo rakirina sendroma heyî jî welatên xeyalî hate afirandin. Ji xwe rêze fîlmê Ertûgrûl jî ji bo mîsyoneke bi vî rengî hat ser ekranê. Bi qareqara Allahûekber, çend lewendên Kayiboyû bajarê Helebê bi dest dixist, li aliyê din jî bi hezaran komandoyên Kayseriyê bi tank û topan, ji bo axa Sûriyeyê bikin 'welat' ji nava Kîlîsê derbasî vê derê dibûn. Xuyaye ji Tirkîtiya berê tiştek nema ye. Ne yek, bi hezaran jê nikarin bi çeteyekî DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê tevî ewçend tank û top, balafir, bi hezaran leşkerên xwedî perwerdeyeke taybet û tevî desteka hewayî ya Rûsyayê jî radibe ji hêzên koalîsyonê gilî û gaziya 'tu çima alîkariyê nade' dike û di ser nûçeyên derew 'destanên lehengiyê' yên nû dinivîsîne. Halbûkî rastî nîşan didin ku rewş ne bi vî rengî ye.
Paralelî hin tiştên neyînî yên di rojên dawî de bi serê Rûsyayê ve hatine, têkiliyeke Tirk-Rûs-Îranê heye. Heleb ket destê rejîma Sûriyeyê. Çeteyên cîhadî ku Tirkiyeyê ji bo hilweşandina rejîmê ew bi salan xwedî kir, vekişiyan Îdlibê. Li El Babê ku Tirkiye bi hemû hêza xwe êrîş dike, hem li bin guhê DAIŞ'ê ket, hem jî li stemiya hêzên çete yên bi navê artêş azad rast hat. Piştî vê yekê RTE yê dîktator û derdora wî dest bi qareqarê kirin. Mûstafa Balbay di bernameyeke TV de digot, 'TSK ji DAIŞ'ê digire, dide Artêşa Azad. Artêşa Azad jî firsendekê dibîne û heman gundî difiroşe DAIŞ'ê'. Li gorî hin çavkaniyên herêmî jî li pêşberî endam û wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ'ê, artêşa azad ji hev dikeve û direve. Ev tê wê wateyê ku TSK neçar dimîne bi rola rakirina mayînan radibe. Yanî rola TSK rola 'ker'ê ye.
Li Bab û Helebê ev bûyerên tên zanîn diqewmin. Li Îdlibê, li Cerablûsê jî komên alîgirê TC li derve tên hiştin û komên din ên mûxalîf di bin sîwaneke hevpar de li hev dicivin. Ev eniya nû ava bûye eşkere dike bê Qesra Erdogan çawa ew firotine û hêrsa xwe nîşan dide. Ji van cihan agahiyên li ser sûîqestê û şerê navxweyî jî tê. Lewma RTE û derdora wîêrîşî hêzên koalîsyonê dikin û dikin feryad. Li dijî derdora qesrê ku dibêje 'DYA piştgiriyê dide DAIŞ'ê û PKK'ê, Wezareta Karên Derve ya DYA bersiv da û diyar kir, rewş ne bi vî rengî ye, nûçeyên di medya Tirk derdikevin, ne rast in.
Niha jî di şerê Sûriyeyê de gavên nû yên ku rê li ber tifaq û lihevhatinên nû yên hêzan veke, tên avêtin. DYA 35 ji dîplomatên Rûs ji welatê xwe qewirand. Rûsyayê got, 'Em ê b heman rengî tevnegerin' û xwest li benda serdema Trûmp bisekine. Bi vî rengî nîşan da ku ne alîgirê rageşiyê ye. Aliyê balkêş ê vê rageşiyê ew e, li gorî raporên CIA Rûsyaê dest li hilbijartinên DYA werda ye. Beriya hilbijartinê FBI e-mailên Clînton weşand û rê li ber darizandina wê vekir. Ev tercîhên cuda yên rêxistina polîsan û îstîxbarata li DYA xwe li aliyekî girtin, niha di rageşiya gelemperiya cîhanê de rolê dilîzin. Divê mirov bişopînin bê ev rol wê bandoreke çawa li polîtîkaya Sûriyeyê, têkiliyên Rûs-Tirk-Îranê û agirbestê bike.
Komên çete, ku RTE garantoriya wan dike û weke mûxalîfan hewl dide nîşan bide, di heman demê de ji aliyê CIA ve hatibûn perwerdekirin û bi çekkirin. Ev rewş jî nîşan dide ku eger CIA jî bixwaze, wê agirbest dewam bike. Wezareta Karên Derve ya DYA jî agirbesta heyî erênî dît lê dibe ku CIA bi rengekî cuda tevbigere. CIA ku rageşiya bi Rûsyayê re derxist asta herî bilind, bibe ku pêşî li agirbestê jî bigire.
Li aliyê din di navbera Çarlikê Rûs û Osmanî de, şerek hebû ku weke şerê 93 li dîrokê bi cih bû û bi peymana Ayasotofenesê qediya. Di vî şerî de Osmanî teslîmî Çarlika Rûs bû bû. Li ser vê yeê Rûsan li cihê ku niha Yeşîlkoy jê re tê gotin, peymana têkçûna herî giran bi Osmanî dabûn îmzekirin. Ji xistina balafira Rûs heta kuştina Sefîrê Bilind Andrey Karlov, ev pêvajo dişibe pêvajoya wê demê. Di rewşa niha de jî Rûsan peymaneke dişibe ya bi Osmaniyan dabû qebûlkirin, niha dahe îmzekirin. Piştî peymana teslîmbûna Osmaniyên berê li Rûsan, rojavayiyên bi serkêşiya Îngilîstanê gef li Rûsan xwaribû û zor lê kiribû ku peymana Berlînê ya 1878'an îmze bike. Dibe ku dîrok xwe dubare nake, lê belê xuya ye rewşeke dişibe hev diqewime. Piştî Ayestofenesê Abdulhemaît xwe nêzî cîhana rojava kir, da xuyakirin ku ev rewş li dijî wan e û bi dayîna tawîzan xwest rojav zorê bide ser Rûsan. Li ser vê yekê Îngilîzan dan xuyakirin, ku Ayestofenos û Rûs gefê li berjewendî û ewlekariya Îngilîzan dixwe û bloka rojava bi temamî li dijî Rûsan xistibû nava tevgerê. Di encamê de Peymana Berlînê derketibû holê.
Xuya ye, çawa ku Ertûgrûl neçû Helebê, Erdogan jî li şûna ku Babê bike 'welat' ji Berlînê berê xwe dide Sevresê. Niha pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêşengiyekê heye, ku li dijî van cîhadperestan şerekî nû yê rizgariyê bimeşîne û komarê ji nû ve li ser bingehên demokratîk ava bike.