Li 5 bajaran binçavkirin û girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li 5 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê didome. Di vê çarçoveyê de li Bûrsa, Edene, Mêrsîn, Hatay û Îzmîrê binçavkirin û girtinan dewam kir.

BÛRSA

Li Bûrsayê polîsan bi ser avahiyên rêxistina navçeya Yildirim, rêxistina Yenîşehîr û nûnertiya taxa Cumalî Kizik ên HDP'ê de girtin. Di serdegirtinan de stiker  ên wekî "Em ê bi ser kevin", "dest nede îradeya min" "wekîlê min îradeya min e" ên HDP û DBP'ê wekî sûc hatin dîtin. Hate gotin ku ji ber biryara 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê der barê stikeran de daye, hatine komkirin û hemû belgeyên HDP'ê bêyî hincet hatin desteserkirin.

Di dema lêgerînan de Hevserokê HDP'ê yê Yenîşehîrê Rahmî Dagyar hate binçavkirin.

EDENE

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê polîsan bi şev bi ser maleke taxa Barbarosê de girtin. Di serdegirtinê de 3 kesên ku hate îdiakirin bombeya deng avêtine hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Edeneyê. Polîsan îdia kirin ku van kesan esnaf tehdît kirine dema lêgerîna malê de di nava şûşeyên pet de û yek jî di nava bîdonê rûn a 5 kîloyî de 5 bombeyên bi destan hatine çêkirin hatine bidestxistin.

ÎZMÎR

Li navçeya Menemenê ya Îzmîrê serê sibehê polîsan bi ser malên taxa Asarlikê de girtin. Di serdegirtinan de li malan lêgerîn hat kirin, mal hatin serobinokirin. Ciwanê bi navê Mehmet Aycan hate binçavkirin. Aycan ê sedema binçavkirinê nehat fêmkirin birin Emniyeta Îzmîrê.

MÊRSÎN

Li navçeya Toroslar a Mêrsînê di operasyonê de Şîar Firat ê hate îdiakirin amadekariya çalakiyê dike û 5 kesên ‘alîkariya wî kirine’ hatibûn binçavkirin. 6 kesên birin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Firat bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û 3 kes jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" girtin û şandin girtîgehê.

HATAY

Li navçeya Dortyolê ya Hatayê di serdegirtinên malan de ji 16 kesên hatibûn binçavkirin Nazim Işik birin dozgeriyê. Işik bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê der barê Işik de biryara girtinê da û şand girtîgehê.