KNK'ê sala nû pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi hêviya aştî, aramî û azadiyê sala nû li Kurdan, gelên Kurdistanî û cîhanê pîroz kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand. Di peyamê de hat gotin, saleke din, sala 2016'an tevî hemû xweşî û nexweşiyên xwe tê oxiririn" û destnîşan kir, ku Kurd û Kurdistanî her sal bi gaveke din nêzî armancên xwe dibe.

KNK'ê da xuyakirin, ku her sal hêviya Kurd û Kurdistaniyan zêdetir, geş û gurti dibe û wiha dewam kir, "Çerxa demê di lehê xweziyên Kurd û Kurdistaniyan de dizîvire. Di pêşveçûna her xeleka demî de Kurd û Kurdistanî di dereceya kêm de jî be qezenc dikin. Dijmin û dagirker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demî di eleyhê Kurd û Kurdistaniyan da encam bidin. Lê ev e êdî mumkun nîne. Di vê prosesa têkoşînê da ketûrabek bê jiyan jî, ji bo neteweyê me nîşaneya demî ber bi pêş e."

Di daxuyaniya KNK'ê de bal hat kişandin ser êrîşên di sala 2016'an de li dijî gelê Kurd hatin kirin û hat destnîşankirin, berxwedana efsanewî ya li dijî êrîşan hate meşandin, nîşan da ku serketin ya gel e.

KNK'e da zanîn, Kurd di nava çembera agirî ya ku dijmin û dagirkeran vêxistî de têkoşîna mayîneke bi rûmet didin û serketî ne. 

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir: "Kurd û Kurdistanî divê mutleq bi ser bikevin. Ti rêyên nîne û di doza Kurdistanê de ji serketinê pê ve alternatîf nînin. Di vê serketina neteweya me de dijminan rikeberiyên xwe daniye aliyekê û dîsa li ser têkbirina destket û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji aliyê Kurd û Kurdistaniyan ve îro armanc têkbirina vê planê bêyûm yê dijmin û dagîrkeran e. Ev jî wê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Kurd û Kurdistanî her bi çi rengî be divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin."

KNK'ê diyar kir ew gelek bi hêvî ne ku Kurd û Kurdistanî wê sala nû, sala 2017ê jî bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir û got, "Paşeroja neteweya me ronî ye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahiyê ve dem diherike. Destketên heyî, nîşandana îradeya serketinê bi serê xwe têrê dike ku gelê me hêvîdar be."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Hêvî dikin sala nû, sala 201'an bibe dema vê xewn û xeyala geş ya gelê me. Sala nû, sala 2017'an bila ji bo mirovahiyê pêkve bibe dema aştî, tenahî, azadî, demokrasî û wekheviyê. Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cîhanê pîroz dike."