Li rojavayê Reqayê şer: 30 çete hatin kuştin

Li bajarokê Mehmûdliyê û gundê Caber Şerqî ji vê sibehê ve şer bi dijwarî dewam dike. Heta niha herî kêm 30 çeteyên DAÎŞ`ê hatine kuştin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê îro danê vê sibehê ketin bajaroka Mehmûdliyê. Di şerê giran de heta niha bi dehan çeteyên DAÎŞ`ê li vî bajarokî hatine kuştin.

Li aliyê din, çeteyên DAÎŞ`ê dane sibehê êrîşî gundê Caber Şerqî yê rojavayê bajarê Reqayê kirin û  şervanên Xezeba Firatê bersivên tund dan çeteyan. Şerê ku vê sibehê dest pê kiriye heta van kêliyan jî dewam dike. Hat diyarkirin ku heta niha herî kêm 20 çeteyên DAÎŞ`ê hatine kuştin.