Li Sûriyê weke gava duyemîn a peymana di navbera Rûsya-Îran û Tirkiyê de agibest hate ragihandin. Agirbest çawa pêk hat? Piştî peymana li Moskowê daxuyaniyên ku têne dayin têne çi wateyê? DYA û hêzên rojavayî wê çawa binirxînin?
CIVÎNA LI MOSKOWÊ
Piştî ku polîtîkaya Tirkiyê ya li dijî Kurdan, Rojava têk çû, piştî ku radestî Rûsyayê bû ku dawiya sala 2015’an hindik mabû ku bi Rûsyayê re têkeve rewşa şer, gavên nû avêtin. Di nav çarçaweya van gavan de Tirkiye, piştgiriya xwe ji komên çete yên Helebê kişand ku qaşo li dijî rejîmê her cure destek dida wan. Di rewşeke wiha de ku Heleb dikeve destê rejîmê, Tirkiye, Rûsya, Îranê bi hev re li Moskowê civînek li dar xistin. Li vê civînê bi navê çareseriya arîşeya li Sûriyê hin gav hatin avêtin. Li Moskowê, bi qasî ji raya giştî re hişkere bû, peymaneke 8 xalî hate danîn. Lê ji xalên peymanê bêhtir, daxuyaniyên piştî civînê hatin bal kişandin. Wezîrê Karên Derve yên Rûsya û Tirkiyê gotin di arîşeya Sûriyê de wan li hev kiriye lê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got, ‘’me di hêla siyasî de li hev kir’’ Daxuyaniya Zarîf nîşan dide li gorî nêzîkatiya welatan wê pratîk guherbar be. Her wiha ev gotin nîşan dide ku Îran li dijî hin rewşan wê bêdeng nemîne. Piştî bi çend rojan, Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Dehkan diyar kir, sûc e ku balafirên şer ên Tirkiyê li Sûriyê bin û bi navê bombekirina DAIŞ’ê hin deveran bombe bike. Ev hemû nîşan didin ku encamên ku ji civîna Moskowê derketine ne di berjewendiyên Tirkiyê de ne. Her wiha ev gotin nîşan dide ku çavê xwe ji her hewldana êrîşê yaTirkiyê re negirin.
BANG LI KOMAN KIRIN DA KU BIÇIN ENQERÊ
Piştî ku Tirkiyê komên ku heta niha destek dida wan li Helebê bi tenê hiştin, têkildarî komên ku berê wan dane Idlîbê, li pişt deriyên girtî, dor hate tiştên ku li gorî biryarên ku standine bi cih bînin. Birayê Misilman, bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan danezanek belav kir. Di danezanê de tê gotin, piştî têkçûna Helebê divê ev kom dîsa werin cem hev, di bin yek banî de bicivin, di bin navekî nû de xwe bi rêxistin bikin, yekîtiya siyasî û leşkerî pêk bînin. Piştî Birayên Misilman, Koalîsyona Netewî ya Sûriyê ku li Tirkiyê bi cih û war bûne, hevlayenî heman daxuyanî danezanek belav kirin. Piştî van danezan û daxuyaniyan bang li koman kirin ku werin Enqerê. Ahrar Şam pêşengî ji van koman re dike ku ji bo Enqerê têne vexwendin. Piştî hevdîtinên li Enqerê bi Ahrar Şam û komên din re weke gava duyemîn a civîna Moskowê agirbest hate ragihandin. Rûsya û Îran weke venêranên agirbestê peywirdar in. Tirkiye jî garantorê van koman e ku li gorî agirbesta ku hatî ragihandin tevbigerin.
Navê wan komên ku di nav agirbestê de cih digirin têne dayin. Pêşî Nusra jî di nav agirbestê de bû. Lê piştre DAIŞ û Nusra li derveyî agirbestê hatin hiştin. Bi ser de weke komên ku divê werin tinekirin hatin binavkirin.
CUNDUL AKSA TEVGERIYA
Piştî ragihandina agirbesê Cundul Aksa ku baskeke ji DAIŞ’ê ye, li Idlîbê kete nav liv û tevgerê. Cundul Aksa Han Shehon ya girêdayî Idlîbê ku destê Ahrara Şam û Sultan Murad de bû, ji dest wan stand. Li vî bajarokî hin endamên Ahar Şam hatin girtin. Li gorî vê tevgera ku Cundul Aksa dayî destpêkirin, an Nusra jî wê tevlê bibe yan jî li gorî peymana Tirkiye, Rûsya û Îranê wê were tinekirin. Di eniya Nusra de ev rewş tê nirxandin.
DAIŞ’Ê LI DERDORA BABÊ ÊRÎŞÊN XWE GIRAN KIR
Cundul Aksa li derdora Idlibê kete nav liv û tevgerê û li hêla dî jî DAIŞ’ê li derdora Babê dîsa kete nav liv û tevgerê. Li gelek deverên weke Soranê bi ser artêşa Tirk û çeteyên wê de êrîş hatin kirin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan ji cihên ku beriya bi mehekê dagir kiribûn vekişiyan. Her wiha artêşa Tirk li Babê û derdora wê ji bo êrîşeke giran bide destpêkirin gelek hêz bicih kir. Ji Idlîb, Kilîs, Dîlok û Elbeyliyê komên çete dişîne. Tê payin ku di rojên pêş me de li herêmê şerekî giran rû bide.
VEXWENDINA MISRÊ
Piştî agirbesta civîna li Moskowê, li civîna ku plana wê hatiye dayin û li Kazasîtanê wê pêk were, aktorekî dî jî zêde bû. Misir ji bo ku têkildarî pêvajoya çareseriyê ya li Sûriyê ji hêla Rûsyayê ve hate vexwendin. Piştî ku Mursî bi darbeyê ji peywirê hate kirin, di navbera Tirkiye û Misrê de arîşeyên pir giran rû dan. Ev hê jî berdewam dike. Tirkiye, bi taybetî jî Erdogan têkildarî Serokomarê Misrê Sisî gotinên giran kirin. Li gel vê jî anîna cem hev a wan, weke plana Rûsyayê xuya dike. Ev jî nîşan dide ku Rûsya bi çareserkirina kêşeya di navbera van du welatan de, bi hevkariya wan tenê ne li Sûriyê lê dixwaze bigihije hedefên xwe yên li herêmê.
DYA Û ROJAVA WÊ ÇI BIKIN?
Ev geşedanên ku rû didin, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), diyar e ku li dijî berjewendiyên Elmanya, Fransa, Ingîltere û welatên rojava têne kirin. Ji bo vê jî tê meraqkirin bê ka DYA û welatên rojava wê çi bikin. DYA şevê dî gaveke avêt û dîplomatên Rûs ji nav xwe derxist. Ev jî nîşan dide ku di navbera blokên ku Rûsya û DYA serkêşiya wê dikin û hevalbendên hevsengê de şerê sar dest pê dike. Li vir a girîng pozîsyona Tirkiyê ye. Ji ber ku Tirkiye hê jî endamê NATO’yê ye. Welatekî endamê NATO’yê, bi welatekî ne endamê NATO’yê re û bloka dijberê NATO’yê re ji ber ku wê nikaribe tevbigere, em dikarin bibêjin rojên giran li pêşiya Tirkiyê ne.
WÊ DEV JI KURDAN NEQERIN
Ev rageşiya di navbera DYA û Rûsyayê de nîşan dide ku 2017 li Sûriyê û herêmê wê çawa derbas bibe. Rûsya dixwaze hevsengeke nû çêbibe û ji van hêmanên hevsengê yên komên çete yên girêdayî Tirkiyê din plansazî têne danîn, DYA jî bi hêzên têkildar re wê hewl bide hin gavan bavêje. Ev jî nîşan dide ku li Sûriyê di serdema pêş me de şer wê bidawî nebe lê girantir bibe. Tirkiye bi komên xwe yên çete re wê hewl bide bi Rûsyayê re êrîşên xwe li ser Şehba, Efrîn û Rojava pêk bîne. Ev rewş tê wê wateyê ku Kurd û gelên hevalbendên wan wê bibine hedef. Xuya dike ku DYA wê desteka xwe ya li hêzên Kurd û QSD’ê bidomîne.
Li ser Kurdan ku hêza nû ya geş û di rewşeke stratejîk de ne, wê hesabên nû werin kirin. Ne Rûsya û ne jî DYA wê dev ji vê hêzê neqerin. Her du hêz jî di sala pêş me de wê hewl bidin ku Kurdan û hevalbendê wan nêzîktirî xwe bikin. Lê Tirkiye wê hewl bide ku nêzîkatiya her du hêzan jî neyênî be.