Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî hat girtin

AKP'ê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî girt.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku ji bo lêkolînkirina ziman, çand û wêjeya kurdî ji aliyê kesayetên weke Mûsa Anter, Feqî Huseyîn, Sagniç û Cemşîd Bender ve di 18'ê Nîsana 1992'an de li Stenbolê hat avakirin, bi fermana AKP'ê hat girtin.

Piştî ku di çarçoveya xala 11. a Rewşa Awarte de Wezareta Karên Hundir a Tirk diyar kir ku wê karê 94 komeleyan bên sekinandin, polîsên Tirk avêtin ser Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û mohr li deriyê wê xistin.