Ji bo girtiyên nexweş azadî hat xwestin

Însiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, daxwaz kir ku Civan Yildirim û Alî Tanriverdî demildest bên berdan.

Endamên Însiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî û gelek kesên din ji bo balê bikşînin li ser rewşa girtiyên nexweş li Cadeya Yuksel a Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Endamên Însiyatîfê, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.

Li ser navê Însiyatîfê Rêveberê Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Enqereyê Selahattîn Gîder daxuyanî da, ragihand ku destûra dermankirina girtiyên nexweş nayê dayîn û got; “Girtiyên nexweş ên ku pêwîst e her tim bên dermankirin, her tên sirgûnkirin.”

Gîder wiha dewamî da axaftina xwe; “Serokê Şaxa me ya Mêrsînê Alî Tanriverdî 2 caran anjio bûye, nexweşê dil e. Endamê Şaxa me ya Enqereyê Civan Yildirim jî bi awayekî giran ji gurcikên xwe nexweş e. Pêwîst e Civan Yildirim li derve be û bi neçarî bê tedawîkirin. Tevî vê jî hevalên me di şertên bêtendurist tên ragirtin û mafên wan ên dermankirinê tê binpêkirin.”

Gîder herî dawî bi bîr xist ku 126 hefte ne rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan tînin ziman û got; “Heta girtiyekî/e nexweş jî bimîne, em ê vê bînin ziman.”