DEM-KURD'ê ji bo meşa Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir

DEM-KURD’ê Komploya Navneteweyî şermezar kir û bang kir ku her kes xwe tevlî meşa li Strasboûrgê bike.

Meclîsên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û hate gotin, "Ev komplo di şexsê Ocalan de komploya li ser gelê Kurdistanê û hemû mirovahiyê ye. Komplo di heman demê de sûcê mirovahiyê, nehiqûqî û bêdadmendî ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, komploya ku îmhaya Kurdan ji xwe re kiriye armanc hê jî bi rê û rêbazên cihê berdewam dike û li ser Kurdan êrîşeke giran heye.

Di daxuyaniyê de ragihandin, israra Ocalan a di azadiya gelan û çareseriya demokratîk de 'nîşaneya berpirsyariya mezin a li gelan û dîrokê ye' û wiha bang li Kurdên li Swîsreyê hate kirin:

'JI BO RÊBERTIYA XWE EM LI STRASBOÛRGÊ LI HEV BICIVIN'

"Em weke Kurdistaniyên li Swîsreyê, li dijî hemû ferzkirinên hêzên paşverû em li gel demokrasî û jiyaneke rûmetdar û aştiyê di helwesta xwe de bi israr bin. Ji bo vê jî em têkoşîna xwe ya ku bi pêşengiya Rêber Apo dimeşe geş û gurtir bikin. Em weke Kurdistaniyên ku li Swîsreyê dijîn, 11’ê Sibatê bi awayekî xurt tevlî meşa şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bibin. Em ji bo Rêbertiya xwe û azadiya xwe li Strasboûrgê bigihijin hev."