FEDA: Em ê faşîzmê erê nekin; NA!

FEDA'yê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bang kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' were dayîn.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), têkildarî refearndûma 'şexsekî' ya ku wê di meha Nîsanê de li Tirkiyeyê bê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Elewî alîgirê komareke demokratîk in û dixwazin destûreke bingehîn a xwe dispêre wekheviyê û hemû gel, bawerî û cihêrengiyan."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, destûra bingehîn a heyî, nîjadperest, tekperest û faşîzma Tirk e û hat destnîşankirin, ku AKP-MHP, Erdogan-Bahçelî dixwazin vê zîhniyeta faşîzan a nîjadperest bidomîne. Hat gotin, "Armanca destûra bingehîn a pêşkêşî referandûmê were kirin, wê erêkirina vê faşîzmê be. Lê belê weke Elewiyan em ê ji vê re bêjin 'NA'."

FEDA'yê diyar kir, ji bo edalet, demokrasî, azadî, aştî û jiyaneke bi ziman û baweriya xwe ya hemû Elewiyan û Kurdan ew ê di referandûmê de bêjin 'NA' û bang li her kesî kir ku dengê 'NA' bide.