Li Enqere,Colemêrg, ÎzmÎr û Wanê operasyonên qirkirina siyasî

Li Enqere,Colemêrg, Îzmîr û Wanê operasyonên qirkirina siyasî didomin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Qesra/AKP'ê bê navber didomin. Di vê çarçoveyê de xwendekarên liseya Enqereyê, li Colemêrgê HDP û BDP'yî, li Îzmîrê ji zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî belavkarê rojnameyê Osman Înal hat girtin.

ENQERE

Li cadeya Yukselê ya Enqereyê 4 xwendekarên amadeyî yên endamên Dev-Lîs'ê pankarta "Çi dikin bikin jî ji Serokdewletiyê re, ji lîseyan Na" vekirin. Ciwanên ku li dijî guhertina qanûna bingehîn dirûşim qîr kirin, piştre çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsên ku dora xwendekaran dorpêç kirin, mudaxaleyî xwendekaran kirin û 4 xwendekar binçav kirin û xwendekar midûryeta polîsan a Çankayê.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Hevseroka HDP'ê Nûrcan Yaşar û Hevserokê DBP'ê yê Bajêrgehê Mehmet Çapraz û welatiya bi navê Behiye Bakî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 

3 kesên ku hatîn binçavkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Geverê.

ÎZMÎR

Serê vê sibehê polîsan avêtin ser gelek malên navçeya Menemen a Îzmîrê. Di serdegirtinê de zarokên bi navçê Azad Îlhan û B.D jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatîn binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Menemenê û hat diyarkirin ku wê hejmara binçavkirinan zêde bibe.

WAN

Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya yê Osman Înal ê beriya 3 rojan li Wanê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya xwe ya li emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin. Înal ê li ser dosyaya wî de biryara veşarîbûnê heye, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin. 

Înan ji aliyê dadgehê ve bi heman îdiayê hat girtin.