Di çarçoveya lêpirsîna li ser Komkujiya Pirsûsê de, dîmenên êrîşkarê bombeyî Alagoz derket holê, ku beriya êrîşê li nava Pirsûsê digere. Li gorî dîmenên Mobese û kamerayên ewlekariyê, ku di gilînameyê de cih girtin, çeteyê DAIŞ'ê Abdurrahman Alagoz, bi bombeyên li ser xwe pêçandî, bi hêsanî li nava kolanên Pirsûsê digere.
Dîmenê Alagoz di destpêkê de, roja 20'ê Tîrmeha 2015'an li taxa 11'ê Nîsanê, saet di 09.01.55'an de ji aliyê kamera ewlekariyê ya kargeha bi navê Harmanîş Traktor ve tê kişandin, ku bi peyatî digere. Alagoz saet di 09.07.45'an de, ji aliyê kamerayên Mobese yên li ber midûriyeta emniyeta navçeyê ve tê kişandin, ku hingî ji taxa 11'ê Nîsan (Alîgor) dihat.
Alagoz saet di 09.12'an de derbasî rêya li pêşberî midûriyeta emniyetê bû. Di vê kêliyê de mînîbus û otobusa polîsan li ber emniyetê ye. Her wiha ji ber ku bombe li ser xwe pêçandiye, kincê li ser wî nepixandî xuya dike.
Alagoz saet di 09.22'an de tê ber PTT û ber bi meydanê ve dimeşe. Alagoz saet di 09.28'an de digihêje ber navenda polîsan a li navçeyê û berê xwe dide meydanê. Dîmenê alagoz ji aliyê kamerayên li kolana Îstîklalê, Ûzûn Çarş, Meydan, Bûlvara Ataturk û kolana Mûrşîtpinarê ve tê kişandin. Saet di 09.37.34'an de jî di kamera Mobese ya li pêşiya Lojmanên Polîsan a Bûlvara Ataturk tê dîtin.
Alagoz saet di 10.06.17'an de berê xwe dide kafeya înternetê ya bi navê Helebîgel û piştî 11 deqeyan jê derdikeve. Careke din berê xwe dide meydana naveçyê û piştre dikeve Înternat Kafe Cadde. Bi qasî saetekê li vir dimîne û saet di 11.35.40 de ji aliyê kamera li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ve li kolana 11'ê Nîsanê ve tê kişandin. Ji vir berê xwe dide Navenda Çandê ya Amara.
Alagoz saet di 11.45.36'an de li pêşiya Navenda Çandê ya Amara tê dîtin û derbasî aliyê din ê rê dibe. Saet di 11.47.49'an de dikeve hundirê Mizgefta Altinova û saet di 11.53.38'an de ji mizgeftê derdikeve û derbasî aliyê din ê rê dibe ku Navenda Çandê ya Amara lê ye. Saet di 12:00.40 de dikeve hundirê hewşa Navenda Çandê ya Amara. Di demad axuyaniya çapemeniyê de Alagoz diçe aliyê çepê û li vir cihê xwe diguherîne. Saet di 12.02.10'an de jî teqîn rû dide.