Li Brûkselê 11 kesên bi gumana çetene hatin binçavkirin
Li paytexta Belçîka Brûkselê di encama operasyonekê de 11 kesên bi guman ku ji Sûriyeyê vedigeriyane hatin binçavkirin.
Li paytexta Belçîka Brûkselê di encama operasyonekê de 11 kesên bi guman ku ji Sûriyeyê vedigeriyane hatin binçavkirin.
Dozgeriya federal bi daxuyaniyekê diyar kir ku di operasyonên şevê din de hinek kesên ku li Sûriyeyê tevlî DAIŞ’ê û çeteyên din bûne, piştre vegeriyane welat hatine hedefkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin 11 kes hatine binçavkirin. Ev kesên hatîn binçavkirin hat diyarkirin ku têkliya wan bi êrişa Mijdara 2015'ana li Parîsê û Adara 2016'ana li Brûkselê re nîne.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de çek û teqemenî nehatine dîtin.