Artêşa Tirk li rê û rêbaza reva ji Babê digere

Di operasyona dagirkirina Babê de, leşkerekî din ê Tirk mir. Fermandarên hêza artêşa Tirk jî bi rengekî awarte li hev civiyan û ev rewşa xwe ya xitimandî ya li Babê nirxandin.

Hat ragihandin, li Babê di şer de leşkerekî din ê Tirk hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniyên fermî, di nava 24 saetên dawî de hejmara leşkerên Tirk ên hatin kuştin bû 5 kes.

Di vê navberê de fermandarên hêzên artêşa Tirk bi serokatiya Serokê Fermandariya Giştî Hûlûsî Akar li hev civiyan û rewşa xwe ya xitimandî ya li Babê nirxandin.

Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Orgeneal Hûlûsî Akar, Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Abîdîn Unal û Serokê 2. ê Fermandariya Giştî Orgeneral Umît Dundar danê sibehê ji bo rê û rêbazên derketina ji nava çirava Babê binirxînin li Navenda Tevgerê ya Serokatiya Fermandariya Giştî li hev civiyan.

Li gorîa gahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, artêşa Tirk nikare li Babê bi pêş ve biçin. Komên artêşa azad ên perwerde kirine jî li ser rûyê erdê nikarin tiştekî bikin.