Gelek rêveberên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin

Li navçeyên Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan û herî kêm 10 rêveberên HDP û DBP'ê binçav kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve tên meşandin, li gelek navçeyên Stenbolê bi serdegirtina malan dewam kirin. Gelek rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Stenbolê hatin binçavkirin. Polîsên Tîmên Taybet danê sibehê avêtin ser malan û kesên binçav kirin biriin Şaxê TEM ê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Çend ji kesên hatine binçavkirin ev in: Şafak Ozanli, Ercan Saglam, Mesût Karçîk, Resûl Akgun, Canşah Çelîk, Tûrgay Tûrgût, Eşref Yaşar, Firat Aslanlar, Yuksel Yildirim, Hîkmet Dûman û xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ozan Hasret Yilmaz.