Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ji aliyê koma ji Ûlmê ve tê girtin
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 241. de ye.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 241. de ye.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, vê hefteyê ji aliyê koma ji 4 kesan a ji bajarê Ûlm ê Elmanyayê hatiye, tê girtin. Kurdistaniyên bi navê Resmiye Aslan, Rewan Tirbespî, Hedil Qiran û Gulê Ebdî roja Yekşemê nobed dewr girtin.
Berdevka komê Resmiye Aslan, ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Ûlmê tevlî çalakiyê bû, bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin ser piyan. Aslan ji Kurdan xwest, dengê xwe li Ewropayê bilind bikin û dewletên Ewropayê jî ji ber bêdengiyê şermezar kir.
Resmiye Aslan destnîşan kir, gelê Kurd wê li her cihî bersivê bide faşîzma Erdogan û got, "Gelê Kurd heta roja îro serî netewand, wê ji îro û pê ve jî serî netewîne."
Aslan diyar kir, jinên Kurd xwedî li Rêberê xwe Abdullah Ocalan derdikevin û ragihand, Ocalan ji ber têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinên Kurd, 'nirxekî pîroz' e. Aslan bang li dayikên Kurd kir, ku ji bo Ocalan li her cihî dengê xwe bilind bikin û da xuyakirin, ku wan soz dane heta azadiya Rêberê Gelê Kurd ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di nava 241 hefteyên Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî cih girtin.
Li gorî Komîteya Amadekar, ji 25'ê Hezîran 2012'an û vir ve hevdîtin bi sed hezaran kesî re hat kirin û agahî li ser armanca çalakiyê hat dayîn.