Rageşiya Hindistan-Pakistan mezin dibe: Bi dehan mirî hene, 3 balafir ketin
Rageşiya navbera Pakistan û Hindistanê car din destpê kir. Di navbera her du welatan de şer qewimî. Tê ragihandin ku bi dehan kes mirin û 3 balafir ketin.
Rageşiya navbera Pakistan û Hindistanê car din destpê kir. Di navbera her du welatan de şer qewimî. Tê ragihandin ku bi dehan kes mirin û 3 balafir ketin.
Artêşa Hindistanê ragihand ku Pakistanê agirbest binpê kiriye û top avêtine herêmên Bhimber Gali û Poonch-Rajauri yên Keşmîr. Hat diyarkirin ku bi rengekî “guncaw û bi pîvan” bersiva êrîşan hate dayîn.
Di dema şer de herî kêm 3 balafirên şer ên ayîdê Hêzên Hewayî yên Hindistanê ketin.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku enkazê du balafiran li Keşmîr a di bin kontrola Hindistanê de, ya din jî li eyaleta Pencap e. Derbarê rewşa pîlotan hîna ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Piştî êrîşa bombeyî ya ku 22’yê Nîsanê li ser herêma Keşmîr a Hindistanê pêk hatî, di navbera her du welatan de rageşî zêde bû. Hindistanê li dijî “binesaziyên terorîst” ên li ser xaka Pakistanê, êrîşên bi füze pêk anîn. Li dijî van êrîşan jî artêşa Pakistanê bersiv da.
Berdevkê Artêşa Pakistanê Korgeneral Ahmed Chaudhry ragihand ku di êrîşên hewayî yên Hindistanê yên li ser noqteyên cuda de herî kêm 26 sivîl mirin, 46 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku windahiya herî giran li mizgefteke li bajarê Bahawalpur ê eyaleta Pencap qewimî; li vir 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku zarok jî di nav de bûn.