Devrîmcî Karargah tevlî nava DKP/BOG bû
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşger) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ew tevlî nava DKP/BOG bûye.
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşger) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ew tevlî nava DKP/BOG bûye.
Devrîmcî Karargahê biryar da ku ji 6'ê Sibatê û pê ve bi hemû hêza xwe ya madî û potansiyela xwe, tevlî nava DKP/BOG bibe.
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragiahndin, hevaltiya li çeperan a li nava Şoreşa Rojava, cudahiya ji hev a îdeolojîk û siyasî bêwate dike û hat gotin, "Bi tevlîbûna Devrîmcî Karargah li nava refên DKP/BOG re, wê pêşniyara tevlîhevbûna rêxistinî ya fermandarê damezrîner Yilmazkaya jî bi cih bê anîn."
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, dema nêz a pêşiya me, ji bo diyarkirina çarenûsa siberoja mirovahiyê û dîroka cîhanê, gelekî girîng e û di vê dema girîng de ew ê xwe mezin bikin û hêza xwe xurt bikin.