Jean Batoû: Piştgiriya ji bo gelê Kurd wê pêşî li Erdogan bigire

Batoû got, "Eger piştgirî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re bê dayîn, wê rejîma Erdogan a li ber şikestinê ye, têk biçe."

Profesorê dîrokê yê Zanîngeha Lozanê Parlamenterê Kantona Cenevreyê Jean Batoû diyar kir, Erdogan bi awayekî vekirî dixwaze Tirkiyeyê bixe nava sîstemeke dîktatorî. Batoû destnîşan kir, rejîma Erdogan gelekî tenik e û li ber şikestinê ye û got, "Eger piştgirî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re were dayîn, wê pêşî li sîstema otorîter a Erdogan were anîn."

Ji profesorên dîrokê yê Zanîngeha Lozanê Parlamenterê Kantona Cenevreyê Jean Batoû, feraseta rêveberiya şexsekî ya ku Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê bicih bike, ji ANF'ê re nirxand.

'SÛD JI HEWLDANA DARBEYA LEŞKERÎ GIRT Û ÊRÎŞÎ MÛXALEFETÊ KIR'

Jean Batoû da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, Erdogan ji bo otorîteya xwe ya li welêt xurtir bike, sûd ji hewldana darbeyê girtiye û bi bahaneya vê darbeyê êrîşî mûxalefeta li welêt kiriye.

Batoû diyar kir, serketina HDP'ê ya di hilbijartina 7'ê Hezîranê de çavê Erdogan tirsandiye û got, "Dema ku serketina HDP'ê bû astengiya herî mezin a li pêşiya sîstema şexsekî, Erdogan bi darê zorê welat xist nava hilbijartineke ne demokratîk û bi vî rengî hêza xwe ya qels bû, ji nû ve xurt kir."

'TÊKOŞÎNA GELÊ KURD ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA ERDOGAN E'

Batoû bibîr xist, ku Erdogan êrîşî çapemenî, saziyên civakî yên sivîl, dadgerî, zanîngeh û gelek qadan kir û bi vî rengî hewl da gavên xwe yên ji bo rejîmeke otorîter xurtir bike. Batoû got, "Dema ku ev gav avêt, yekser êrîşî HDP'ê û hêzên demokratîk kir, ku astengiya herî mezin a li pêşiya wî ye. Li pêşiya me rejîmeke welê heye ku çavên xwe bi temamî li demokrasiyê girtî ye. Lê belê ji berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, her wiha ji krîza aborî ya li welêt tê fêhmkirin, ku ev feraseta rejîmê nikare demeke dirêj bidome."

'EWROPA JI BER BERJEWENDIYÊN XWE DENGÊ XWE LI ERDOGAN NAKE'

Jean Batoû destnîşan kir, Ewropa ji ber peymanên xwe yên siyasî û aborî yên bi Tirkiyeyê re, zextê li Tirkiyeyê nake û işaret bi gefa Tirkiyeyê ya şandina penaberan kir.

Batoû ragihand, Ewropa li pêşberî vê rêveçûna Tirkiyeyê tiştekî nakin û anî ziman, ku di dema dawî de li Ewropayê jî siyasetmedarên xwedî mejiyê Erdogan e, derdikevin pêş. Batoû mînakên DYA, Rûsya, Fransa û gelek welatên din da, ku siyasetmedarên mîna Erdogan li van deveran derdikevin pêş.

'TEVÎ HELWESTA EWROPAYÊ JÎ DIVÊ TEVGERA ÇEP-SOSYALÎST BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Parlamenter Jean Batoû da xuyakirin, ku tevî vê helwesta Ewropa û hêzên cîhanê jî, divê hêzên çep-sosyalîst ên li gelemperiya cîhanê, piştgiriyê bidin gelê Kurd û hêzên demokrasiyê û wiha dewam kir: "Mîna li Rojava, divê li Tirkiyeyê jî piştgirî ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî rejîma Erdogan bê dayîn. Hêzên çep-sosyalîst, divê zextê li rêveberên Ewropî bikin ku xwedî li nirxên demokrasiyê derkevin û destekê bidin gelê Kurd. Ewropa bi zextên siyasî û aborî dikare vê bi hêsanî bike."

'DI NAVA REWŞEKE BI VÎ RENGÎ DE REFERANDÛM WÊ NE DEMOKRATÎK BE'

Batoû, sîstema serokatiyê ya ku hemû erk radestî şexsekî tê kirin nirxand û diyar kir, şert û mercên referandûm lê bê lidarxistin gelekî girîng e. Batoû bibîr xist, zext û êrîşên li dijî hêzên demokrasiyê û mûxalefetê dewam dikin, lewma di nava rewşeke bi vî rengî de referandûma pêk were wê demokratîk û rasteqîn nebe.

'HÊZA HERÎ GIRÎNG A DIKARE PÊŞÎ LI ERDOGAN BIGIRE, MÛXALEFETA KURD E'

Batoû da zanîn, hêza herî girîng a dikare pêşî li rejîma Erdogan bigire, berxwedana gelê Kurd e û got, "Berxwedana gelê Kurd û hêzên çep-demokratîk, li pêşiya sîstema şexsekî ya Erdogan, astengiya herî mezin e. Ji ber ku Erdogan hê nekariye tevahiya mûxalefetê, bi taybetî jî Kurdan tine bike, pêkane ku pêşî li dîktatoriya Erdogan were girtin. Dîktatorên mayînde dikarin mûxalefetê bi temamî ji holê rakin. Ji ber ku nekariye Kurdên ji bo demokrasiyê têdikoşin tine bike, Tirkiye hê nekariye bi temamî derbasî dîktatoriyeke mayînde bibe."

'EGER PIŞTGIRÎ JI GELÊ KURD RE BÊ DAYÎN, WÊ PÊŞÎ LI ERDOGAN WERE GIRTIN'

Batoû diyar kir, rejîma Erdogan bi qasî ku bişikê tenik e û destnîşan kir, eger piştgirî ji gelê Kurd û hêzên demokratîk re were dayîn, wê pêşî li Erdogan bê girtin. Batoû got, "Ez dixwazim dubare bikim; Eger hêzên çep-sosyalîst ên li Ewropa û gelemperiya cîhanê, milîtanên wan, hêzên pêşverû û sendîka têkiliyê bi gelê Kurd û hêzên demokratîk re deynin û piştgiriyê bidin têkoşîna wan, hingî pêşîgirtina li rejîma Erdogan wê gelekî hêsan be. Piştgiriya ji gelê Fîlîstînê re tê dayîn, lazim e bi heman rengî ji gelê Kurd re jî were dayîn. Eger piştgirî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re bê dayîn, wê rejîma Erdogan a li ber şikestinê ye, têk biçe."