BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ber bi Rastattê ve dimeşin

Meşa Dirêj a ji Mannheîmê dest pê kir, ber bi Rastattê ve dewam dike.

Meşa Dirêj ku roja 5'ê Sibatê bi dirûşma 'Azad Bike' ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê kir, di roja çaremîn de ye. Ciwanên Kurd duh êvarê bi qasî 26 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bajarê Karlsrûheyê.

Ciwanan duh li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di şexsê Mehmet Tûnç de hemû şehîdên xwerêveberiyê bi çalakiyekê bibîr anîn.

Ciwan duh bi şev li malên welatparêzan man û danê sibehê li Marktplatz a Karlsrûheyê li hev civiyan. Piştî gotina sirûda Çerxa Şoreşê, ciwanan dest bi meşa xwe ya roja çaremîn kirin.

Ciwan wê îro bi qasî 30 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin Rastattê.

'EM Ê BI XWEPARASTINÊ BERSIVÊ BIDIN ÊRÎŞAN'

Di vê navberê de li malpera Facebookê ya UETD Karlsrûheyê dîmenek hat weşandin û komên faşîst ên Tirk di vî dîmenê de gotin, ew ê li Rastattê êrîşî ciwanên Kurd bikin.

UETD ku lobiya Elmanyayê ya rejîma AKP'ê ye, bi rengekî vekirî êrîşê plan dike û banga şîdetê li komên faşîst dike. Polîsan jî dan xuyakirin, ku li hemberî êrîşeke gengaz, ew amade ne.

Komîteya Amadekar êrîşa UETD şermezar kir û destnîşan kir, ku ciwan wê bi xweparastinê bersiva êrîşeke gengaz bidin. Komîteyê got, "AKP dixwaze, bi zîhniyeta faşîzan mafên demokratîk ên Kurdên li Ewropayê bitepisîne."