Li Moskowayê Konferanseke Kurd a berfireh tê lidarxistin
Li paytexta Rûsya Moskowayê Konferanseke Kurd a berfireh tê lidarxistin.
Li paytexta Rûsya Moskowayê Konferanseke Kurd a berfireh tê lidarxistin.
Her sal di serdemên cihê de li paytexta Rûsya Moskowayê Konferansa Kurd a ku Yekîtiya Saziyên Sosyal a Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî û nûnertiya Moskowê ya KNK’ê bi hev re organîze dikin, îsal di 15’ê Sibatê de bi dirûşma 'Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3.' pêk tê.
Konferans wê li hêwana konferansê ya Moskow Prezîdeng Otelê çêbibe. Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Wekîla HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, ji başûrê Kurdistanê partiyên siyasî û tevgerên gel, ji Rojhilatê Kurdistanê gelek partiyên siyasî hatine vexwendin. Her wiha ji Moskowayê jî siyasetmedar, akademîsyen û saziyên ramanê hatine vexwendin.
Armanca sereke ya konferansê ew e ku balê bikişîne ser şerê Rojhilata Navîn û mîsyona Kurdan ragihîne raya giştî ya dinyayê.
Lidarketina vê konferansê piştî hevdîtinên li Astana û civîna mûxalîfên Sûriyeyê li Moskowayê, girîng tê dîtin.