Çalakgerên Meşa Dirêj ên Luksemgûrg-Strasboûrg 8 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya Meşa Dirêj a bi beşdariya nêzî 70 enternasyonalîstan ku bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ji Luksembûrgê destpê kiribû, îro gihiştin bajarokê Phalsboûrgê.

Çalakgerên Meşa Dirêj a ji Sarre-Ûnîon a ku duh komekî faşîstan hewl dan êrîş bike destpê kirin, bi qasî 25 kêlometreyan meşiyan. Meşa ku ji saetên danê sibehê destpê kir heta saet 17:30’ê şevê dewam kir.

Enternasyonalîst û nêzî 15 nûnerên saziyên Kurd li salona ku ji aliyê Şaredariya bajarokê Phalsboûrgê ve hate amadekirin kom bûn, wê şevê li vir derbas bikin.

Çalakgerên Meşa Dirêj a ku di navbera Luksembûrg û Strasboûrgê de 280 km ye, 215 km li pey xwe hiştine, wê roja Înê bighêjin Strasboûrgê.

Ji 19 gelên ji welatên mîna Fransa, Swîsre, Elmanya, Bîrîtnaya, Waltê Bask, Katalonya, Bretonya, Arjantîn, Îspanya enternasyonalîst beşdarî Meşa Dirêj bûne. Nêzî 15 Kurdên nûnerên Saziyên Ewropayê di meşê de cih digrin, di tevahiya rojê de ji aliyê Kurdistaniyên li welatên derdor ve tên pêşwazîkirin û piştgirîkirin.