Li Rastattê hewldanên provakasyonên faşîstan

Meşa Ciwanan a bi şîara 'Azad bike' gihişt bajarê Rastatt'ê. Komîteya amadekar diyar kir ku li Marktpltz a bajêr komekî faşîst hewldanên provakasyonê kirin. Komîteya amadekar bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku ciwanan pêşwazî bikin.

Meşa Dirêj a bi şîara 'Azad bike' a ji bajarê Mannheîm yê Elmanaya heta Strasboûrgê destpêkirî gihişt bajarê Rastatt ê Elmanyayê. Li navenda bajêr li Marktplatz ê komekî faşîst xwestin hewldanên provakasyonê bikin. Komîteya amadekar a meşê jî banga 'Werin ciwanan pêşwazî bikin' li Kurdistanî û dostên wan kir.