Yek ji beşdarên Meşa Dirêj, aktîvîst û wêneger ê 21 salî Claudîo yê ji bajarê Bern ê Swîsreyê ye. Claudîo dema ku wexteke dirêj di nava komên anarşîst de bû têkoşîna Kurdan nas dike. Claudîo dibêje piştî Şoreşa Rojava dema ku guherînên ku weke armanc dane ber xwe dît ew zêdetir tevlî nav xebatên têkoşîna Kurdan dibe û di encama van hemûyan jî êdî ew tevlî vê meşê bûye.
Claudîdo dibêje, ‘’ji bo ku ez dizanim ku divê destek li vê têkoşînê were kirin û ji bo ku azadiyê ji Ocalan re bixwazim li vir im.’’
Claudîo diyar dike, di serî de konfederalîzma demokratîk ramanên Ocalan li Ewropa an jî li devereke dî ya dinayê dikare were pêkanîn, divê şerên cihê werin berçavkirin û wiha got: "Helbet Ewropa û Emerîkaya Latîn civakên cihê ne. Helbet hemû raman bi awayekî dogmatîk li her deverê bi heman rengî nikarin werin pêkanîn. Mînak em dikarin rewşa aborî ya Ewropoyê ya li gorî hin herêmên din mînak bidin. Li Rojhilat jî mînak gelek şîreketên petrolê yê mêjer ên Swîsre hene. Yan jî li Rojava aktîveteyeke çalak a aboriyê çandinî ye lê li Swîsre sedî 3 tenê çandinî ye."
‘LI PÊŞBERÎ KÊŞEYAN XWEDÎ NÊZÎKATIYEKE MODERN E’
Çalakger ê aktîvîst ê Swîsreyî got Rêberê Gelê Kurd xwedî şexsîyeteke wiha ye ku pir kûr difikire û di analîzên xwe de geşedana dîrokî xwedî cihekî girîng in û wiha dibêje, "ev analîz tiştên ku niha li dinyayê dibin tahlîl dike. Ji bo vê jî Ocalan şexsîyetekî girîng e."
Claudîo got ramanên Marksîst an jî Anarşîst di demeke wiha de ku dinya pir cihê bû pêk hatine lê nêzîkatiya Ocalan a li kêşeyean pir modern e.
‘JI BO TÊKOŞÎNA GELÊN DINYAYÊ DIVÊ DESTEK JI BO KURDAN WERE DAYIN’
Çalakger ê ji Swîsre Caludîo herî dawî got têkoşîna Kurdan a azadiyê tenê ne meseleya Kurdan e û di serî Ewropa têkoşîna hemû çand û etnîsîteyan e. Claudîo diyar kir weke destpêka têkoşîna ji bo gelên dinyayê pêşî divê destek ji bo Kurdan were dayin û divê ev tenê bi Kurdan re jî sînordar nemîne.’
‘RÊYA KU EM DIMEŞIN LI GORÎ TIŞTA KU GIRTÎ DIJÎN NE TIŞTEK E’
Çalakegera Arjanînî ku li Spanyayê dijî diyar kir ji bo ku ew destekê bide têkoşîna Kurdan a li dijî faşîzam Tirkiyê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî Meşa Dirêj bûye.
Julîan diyar kir pêwendiya li têkoşîna Kurd piştî Şoreşa Rojava zêdetir bûye û mînak nîşan da ku bi taybetî van salên dawî li Spanya gelek kolektîf derketine holê ku destekê didin têkoşîna Kurdan.
Julîan diyar kir zordayina fizîkî ya ji ber Meşa Dirêj a 300 kîlometre ya di navbera Luksembûrg-Strasboûrgê li gorî tişta ku girtiyên siyasî dijîn ne tiştke û wiha domand: ‘’Ez vê çalakiyê pir watedar dibînim. Ku em hezar kîlometreyî bimeşin jî. Ev ne meseleya westandinê, hewaya cemidî ye, di dilê me agirek heye û ev agir me germ dike. Ango ku bi vî rengî be mirov dikare bê pirsgirêk 30 km’yî bimeşe. Em dikarin wiha jî binerin; ev hemû tişt li gorî girtiyên siyasî yên Tirkiyê ne tiştek e. Ev ya herî hêsan de dema ku cihê em tê re çûn mirovan têkildar bikin bê ka çi dijîn.
LI ŞÛNA KU MIROV PÊŞNIYARAN LI KURDAN BIKE MIROV DESTEKÊ BIDE WAN ÇÊTIR E
Julîan, çalakgera Arjantînî diyar kir bandora mêtingeriyê û saziyên wan li tevahiya dinyayê yek e û bi awayekî xwezayî di şêwaz û çalakiya gelan de jî hevşibî heye. Julîan diyar kir ku Kurd yek ji wan civakan in ku ji polîtîkayên netew-dewletê pir ziyan dîtine û got, li şûna ku mirov pêşniyaran li Kurdan bike mirov destekê bide wan baştir e.
Julîan gotinên xwe wiha bi dawî kir: ‘’Êdî Rojavayî an jî welatên Latînî jî ku mirov dikare wan weke Rojavayî bibîne nema dikarin zêde tiştekî bibêjin. Êdî ji axaftinê wêdetir dema wê ye ku li Kurdan were guhdarîkirin, Kurd werin fêhmkirin û destek were dayin. Ewropa jixwe têra xwe axivî. Êdî dema hevgirtina Kurdan e.’’