Sîstem veguherî rejîma kuştina li ser kar

ÎSÎG amadekariyan dike, ku di dawiya meha Sibatê de raporeke berfireh a li ser pêvajoya Rewşa Awarte eşkere bike. Li gorî ÎSÎG'ê, sîstem veguheriye rejîma kuştina li ser kar.

Li gorî Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG), di dema Rewşa Awarte de hejmara mirovên li ser kar jiyana xwe ji dest dan zêde bû. ÎSÎG amadekariyan dike, ku di dawiya meha Sibatê de raporeke berfireh a li ser pêvajoya Rewşa Awarte eşkere bike. ÎSÎG'ê diyar kir, sîstem veguheriye rejîma kuştina li ser kar.

Ji ÎSÎG'ê Ercan Zîncîr û Mûrat Çakir, li ser zêdebûna kuştina li ser kar ji ANF'ê re axivîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Zîncîr û Çakir ve hatine dayîn, ji destpêka sala 2016'an dema destpêkirina Rewşa Awarte û heta 21'ê Tîrmehê, Hezar û 45 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di meha Çileyê de 119, di meha Sibatê de 144, di meha Adarê de 160, di meha Nîsanê de 172, di meha Gulanê de 127, di meha Hezîranê de 210 û heta 21'ê Tîrmehê 113 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Di 20 rojên piştî 21'ê Tîrmehê de 63, di meha Tebaxê de 206, di meha Îlonê de 150, di meha Cotmehê de 169, di meha Mijdarê de 196 û di meha Kanûnê de jî 141 bi giştî 925 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Mûrat Çakir da zanîn, salane ji sedî 9 bûyerên mirina karkeran li ser kar zêde bûye got, "Di meha Çileyê de jî, li gorî mehek beriya niha hejmar zêde bûye."

Daneyeke din a li ser mijarê jî ew e, ku ev bûyer berfireh dibin. Li gorî vê yekê, di karê înşaet, çandinî, barkişandin, metal, tekstîl û bicihkirinê de, hejmara bûyerên mirinê zêde bûne. Her wiha li febrîqeyên mezin ên sektora metal û kîmyayê jî gelek mirov jiyana xwe ji dest didin.

Zîncîr bal kişand ser mirina mirovan li înşaeta balafirgeha 3. û got, "Agahiyên berfireh li ser mirina karkeran nayên bidestxistin. Mînak; li balafirgehê karker jiyana xwe ji dest didin, lê ji dûr ve wêne tê kişandin. Destûr nayê dayîn ku biçin cihê bûyerê û cenaze yekser ji wir tê rakirin."

Çakir li ser van bûyerên mirina karkeran got, "Cînayet li pey hev dibin. Sîstem veguheriye rejîma cînayetên kar." Çakir ragihand, ji ber dema zêde ya xebatê, ku bi aloziya aborî re hat zêdekirin û kêmkirina hejmara karkeran, bûyerên mirina karkeran zêde bûne û got, "Em serdema li pêşiya xwe bi zelalî nabînin. Zêdebûn an jî kêmbûna van bûyeran ji aliyê konjonturî ve dibe ku bê guhertin. Lê belê li holê rastiyeke zêdebûnê heye. Her wiha ti biryarnameyek ku bi kêrî karkeran bê, nehatiye derxistin. Berevajî vê, bi hezaran kedkarên ku ti eleqeya xwe bi FETO re nîne, bêkar hatine hiştin. Berxwedan û grev hatiye qedexekirin."

Ercan Zîncîr anî ziman, di nava karkerên ji kar hatine derxistin de, nûnerên sendîka û berpirsyarên ewlekariya kar jî hene û got, "Her wiha pêkanîna karkerên kirêkirî, di dema Rewşa Awarte de bû qanûn."

Çakir ragihand, ji sedî 75-80 karkerên di cînayetên kar de mirin e, karkerên mûxafazakar in û got, "Van karkeran dengê xwe dabûn AKP'ê. Her wiha beşek ji wan deng dabûn MHP'ê. AKP li pêşberî girseya xwe bêwefa ye."