Ji bo girtiyê nexweş Hasan Guzel çalakî hat lidarxistin

Meclîsa Teqawîtan, ji bo berdana Hasan Guzel ê ku nexweşê kanserê ye û ji sedî 80'ê yê bedna wî teviziye, li Qada Kartalê ya Beşîktaşê daxuyaniyek da.

Endamên Meclîsa Teqawîtan, ji bo berdana Hasan Guzel ê ku ji sedî 80 ê laşê wî astengdar û ji 19’ê Kanûna 2016’an ve girtî ye, li Qada Kartalê ya Beşîktaşê, çalakiya xwe ya 10 roj in didome bi daxuyaniyeke çapemeniyê qedandin. Di çalakiyê de dowîzên li ser 'Bila Hasan Guzel bê berdan' hatibûn nivîsandin hate bilindkirin û dirûşma 'Edaletê dixwazin' hat qîrîn.

Li ser navê endamên Meclîsê Hasan Karkir daxuyanî da û diyar kir, ku Guzel ê 74 salî ku ji sedî 80 bedena wî astengdar û nexweşê penceşêrê pê re heye, ji ber ku beşdarî xwarina xêrê ya ji bo Ogûz Meşe li Mala Cem a Kûrûçeşmeyê bû, li gel 26 kesan hatin bi lêdanê hat binçavkirin. Kaşkir ragihand, Guzel ev 57 roj in li Girtîgeha Sîlîvriyê di nava şert û mercên gelekî giran de dijî.

'AKP JI REWŞÊ BERPIRSYAR E'

Kaşkir bibîr xist, ji ber rewşa giran a Guzel tevî ku ev 10 roj in ku li Qada Kartalê ya Beşîktaşê çalakiyan lidar dixin jî, her carê tên biçavkirin û di çalakiya dawî de Midûriyeta Emniyetê ya Beşîktaşê 109 lîreyê Tirkî ceza li wan birî ye. Kaşkir destnîşan kir ku amadebûna li xwarina xêrê ya ji bo kesekî jiyana xwe ji dest daye ne sûc e, lê çandek e. Kaşkir got: "Zext û Hikûmeta AKP’ê û êrîşên polîsên wê nayê wateya ku em dev ji çanda xwe berdin."

Kaşkir diyar kir ku li girtîgehê ji ber şert û mercan çi bê ser Guzel hikûmeta AKP’ê berpirsyar e.

JI BO DOZÊ BANG

Kaşkir diyar kir ku wê 16’ê Sibatê rûniştina yekem a doza Hasan Guzel li Edliyeya Çaglayan bê dîtin û banga beşdariyê li her kesî kir.