Polîtîkayên qirker ên rejîma AKP/Qesrê yên bi ser Kurdan de berdewam dikin. Di nav vê çarçoweyê de qanûnên xwe jî binpê dikin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re li Wanê gelek mirov hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin diviya li nexweşxanê kontrola wan bihatana kirin, lê bi awayekî kêfî di otobusên polîsan de, di wesayita zirxî yan jî li qereqolê kontrola wan hate kirin. Ji hêla Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê ve, li gel ku pisporê tiba edlî hebû jî doktorê pratîsyen A.A hate peywirdarkirin ku beriya bi demeke kurt nû dibistan qedandibû. Tê gotin di vê maweyê de gelek kesên ku hatine binçavkirin êşkence li wan hatiye kirin û ti rapor jî nedana wan.
Îhsan Aslan ê 51 salî 15 rojan di bin çav de ma, piştî ku hate berdan bi demeke kurt jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Aslan Nûriye Aslan diyar kir ku di bin çav de êşkence li hevserê wê hatiye kirin û rapor jî di vê debarê de nedane.
'MIAYENE DIVÊ LI NEXWEŞXANÊ BE'
Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemergê Dr. Ozgur Denîz Deger diyar kir ku bi ti awayî ne rast e ku kesê hatî binçavkirin li derveyî nexweşxanê were mieyenekirin û wiha got:
"Piştî hewldana darbeyê rojê ji ber ku nêzî 50 kes dihate binçavkirin li nexweşxanê komî ser hev dibûn. Ji hêla rêveberiya nexweşxanê û daxwaza emniyetê bêyî ku metneke nivîskî hebe kêsên ku hatin binavçkirin an jî girtin li derveyî nexweşxanê kontrola wan hate kirin. Beriya her tiştî bi van pirsgirêkên bi vî rengî re têkiliyên doktor û nexweşan ji holê rabûne. Dema ku nexweş tê mieyenekirin li odê divê ti kes nebe. Dibe ku personelekî dî yê tendiristiyê hebe. Bi taybetî jî ku hêzeke leşkerî li odê be ev binpêkirina rêgeza xefkirinê ya di navbera nexweş-doktor de ye. Her wiha ku hêzeke çekdar li odê be dibe ku doktor jî nikaribe biryareke rast bide. Li Wanê em bi saziyên tendiristiyê re axivîn û me ragihand kesên ku têne binçavkirin divê li nexweşxane kontrola wan were kirin ne di wesayita polîsan de yan jî li midûrîyeta emniyetê."
'PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ NABE WERIN BINPÊKIRIN'
Deger got, "Hin rêgez hene ku divê doktor û hikûmet yan jî kesên sepîner divê girêdayî wan bin" û wiha berdewm kir: "Bi taybetî jî Protokola Stenbolê xwedî taybetmendiyeke wiha ye ku şertên mieyenekirinê rê li ber êşkenceyê digire. Komara Tirkiyê jî ev protokol îmze kiriye û di peymanên navneteweyî de û di qanûnên me bi xwe de jî heye. Her çendî piştî 15’ê Tîrmehê hikûmetê gotibe peymana mafê mirovan hilawistiye jî nikare vê bike. Bi taybetî jî rêgezên têkildarî qedexeya êşkenceyê, têkildarî nêzîkatiya li mieyene, binçavkirinê, girtiyê cezaxwarî nikare betal bike. Her wiha bijîşk jî girêdayî hin etîka bijişkiyê, tibê û etîka navdewletî ne. Di sonda me ya doktoriyê de sonda me dibêje, bêyî ku ez li cihêtiya ziman, dîn, nîjad û ramana siyasî binerim êz ê li nexweşan binerim."
Deger ragihand, kesên ku têne binçavkirin divê di şertên diyar de kontrola wan were kirin û got, "Ev şert li gorî prtokola Wezareta Tendiristiyê, Dadmendiyê û Karê Navxweyî çêdibe û hêzên çekdar ên dewletê jî divê li gorî vê tevbigerin. Bi taybetî jî dema ku doktor nexweş kontrol dike divê polîs, leşker, karmendê parastina înfazê ne li hundir be. Divê hemû saziyên tendiristiyê van şertan pêk bînini. Her wiha hêzê çekdar e li wir jî divê vê pêk bîne. Yên ku berevajî vê dikin sûc dikin."
'GILIYÊ BIJÎŞKAN LI CEM ME BIKIN'
Deger diyar kir doktor dema ku şertên guncav nebin divê kesê ku hatî binçavkirin miayene neke û wiha doman: "Eger doktor di şertên guncav de mieyene nekiribe, heke derb hebe û di raporê de nenivîsbe, an jî derbe nebe û derb nivîsîbe, bila bi rêya parêzer, malbat an jî ew bi xwe bi daxwaznameyekê ji me re binivîsin. Em jî li ser gilhê ku tê kirin, têkildarî wan doktoran ku li gorî etîka doktoriyê naçin, lêpirsînê bidin destpêkirin."