Partiya Komunaran a Şoreşger: Li beramberî dijmin bihêztir em rawestin
Partiya Komunaran a Şoreşger, ji bo tekoşîna şoreşê banga xurtkirina eniyên mezin ên nû û piştgiriyê kir.
Partiya Komunaran a Şoreşger, ji bo tekoşîna şoreşê banga xurtkirina eniyên mezin ên nû û piştgiriyê kir.
Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP), îro daxuyaniyekî nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; " Orhan Yilmazkaya yê ku dijminê hov êrîşên giran li ser kirin, kêliyekê tenê jî çeperên şer berneda û paşve gav ne avêt. Di eniya şoreşgerên enternasyonalist de cihê xwe girt ku ev enî çeteyên faşîst yên DAIŞ'ê şikand. Ev pêla şoreşgeran a tevlî partiya me dibe û li dijî emperyalizmê hêj bêhtir me bihêztir dike. Manîfestoya jiyana Orhan Yilmazkaya, manîfestoya şer a DKP'ê ye û bi rûmetî em xwedî lê derdikevin."
‘EM DOZA ŞOREŞA XWE MEZİNTİR BIKÎN'
Daxuyanî wiha berdewam dike; "Ji bo ku em şoreşa li Kurdistan û Tirkiyê ji bo demê pêş rakîn xurt û bilind bikin û bi şêweyekî bi hêztir rêxistinekî yekgirtî ku kêliyekê jî winda nekîn, ji bo destkefiyên şoreş û gel tevlî wê bibin û ji bo wê em amadene bihelin. Vê yekê bi şêweyekî bihêz û bawerî ji raya giştî re îlan dikîn.
Xwedî heman bawerî û cesaretê, em bang dikîn ku hemû hêzên ji derveyî me yên şoreşger yek bi yek ji bo ku hêz bide me, hêza rêvebir a herêman û Tirkiyeyê ku tevlî DKP'ê bibin û bibin pêşengê eniya gel a enternasyonalîst.
Çawa ku weke me bi hemû hêz û baweriya xwe banga berşdariya li DKP’ê kir, em amadene ku di eniya şer a hê pêştir de, me daxwaza dikin de cih bigirin. Me vê carekê kir, em cardin vê dikin û doza xwe ya şoreşê mezin bikin, ji mîrasê bi hezaran şehîdên şoreşê hêzê bigirin, em dikarin rêxistina şer a herî mezin a şoreşê ava bikin û li pêşberî dijmin hê bi hêztir rawestin.”