Qeymeqam tax bi tax digere û xebata referandûmê dike!
Qeymeqamê Miskê Karabektaş û Serokê Navçeya Miksê ya AKP’ê Sabirlik bi hev re tax bi tax digerin û ji bo referandûmê dengê ‘erê’ dixwazin.
Qeymeqamê Miskê Karabektaş û Serokê Navçeya Miksê ya AKP’ê Sabirlik bi hev re tax bi tax digerin û ji bo referandûmê dengê ‘erê’ dixwazin.
Tê payin ku referandûma dengdayina rejîma ‘yek-zilamî’yê Nîsanê were kirin. Ji Miksê diyar dibe ku AKP li bajarên Kurdistanê wê xebatên xwe bi rêya walî, qeyûm, qeymeqaman bi rê ve bibe. Rêxistinên navçe-bajêr ên AKP’ê, walî, qeymeqam û qeyûman dest bi xebatên referandûmê kirin.
Serokê Navçeya Miksê yê AKP’ê Cumalî Sabirlî û Qeymeqam Serhat Karabektaş bi hev re li taxan digerin û ji bo referandûmê ji gel dengê ‘erê’ dixwazin.
Qeymeqam û serokê navçeya AKP’ê xebatên ku dikin di malpera qeymeqamî û di hesabên medyaya civakî ya Serokê Navçeyê de têne parvekirin.
ELBÎR: BERIYA NIHA HDP KIRIBÛN HEDEFA XWE DE
Endamê Meclîsa Şaredariya Miksê Ehdîur Elbîr têkildarî mijarê got: ‘’Diyar e ku AKP wê hemû karmendên dewletê bide xebitandin. Walî, qeymeqam, qeyûm bi hev re wê ji AKP’ê re bixebitin. Ên ku li malpera qeymeqamiyê û hesabê medaya civakî ya Serokê Navçeya AKPê binere wê bibînin ku bi hev re dixebitin. Qeymeqam Karabektaş jî beriya niha ji ber sedema ku dengên xwe dana HDP’ê ji şaredariyê xwestibû ku gelek kes ji kar werin avêtin. Ne qanûnî ye ku ji bo referandûmê qeymeqam û walî bixebitin.’’