BI DÎMEN

Li Parîsê kampanya 'NA' dest pê kir

Gelek saziyên li paytexta Fransa Parîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê û dest bi kampanya 'NA' kirin.

Nûnerên platforma 'NA' ya Parîsê, li ber Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê û kampanya 'NA' dan destpêkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin pêşniyara AKP-MHP'ê ya ji bo guhertina destûra bingehîn û hat gotin, "Bi vê referandûmê re, ku wê pêşniyara guhertina 18 xalên Destûra Bingehîn pêşkêşî dengdanê were kirin, hewl tê dayîn, erka rêvebirina dewlet û hikûmetê, rêveberiya saziyên dadgeriyê û saziyên cemaweriyê, radestî şexsekî were kirin. Daneheviya jiyana demokratîk a ku gelên me bi têkoşîna xwe ya dîrokî, bi berdêlên gelekî giran hewl da bafirîne, niha bi rejîmeke dîktatorî ya faşîst, hewl tê dayîn bê astengkirin.

Em li ber pêşniyara guhertina destûra bingehîn a faşîzma AKP'ê derdikevin, lê em destûra bingehîn a ji darbeya 12'ê Îlonê mayî jî naparêzin.

Desthilatdariya AKP'ê vîna gelên me ya di hilbijartinên Hezîrana 2015'an de derket holê tine hesiband, darbe li pêşveçûna demokrasiyê kir, bajar şewitand û xera kir, gelê Kurd neçarî koçberiyê hişt û bi vî rengî xwest demografiya herêmê biguherîne.

Parlamenterên HDP'ê ku bi vîneke xurt a gelên me cihê xwe li meclîsê girtin, ji ber ku li pêşiya projeyên AKP'ê asteng in, bi sûcdariyên sosret, bi dek û dolaban tên darizandin. Wekî din bi dehan hevşaredarên ku vîna gel in, bi rengekî nehiqÛqî hatin girtin û li şûna wan walî û karmendên dewletê hatin bicihkirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya AKP'ê hewl dide di nava Rewşa Awarte de vê darbeya faşîst bi referandûmê mayînde bike û hat gotin, "Em weke Kurd, Elewî, Tirk, Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Laz, Ermenî, Çerkez û hemû mirovên xwedî wijdan ên li Fransa û tevahiya Ewropayê dijîn, li dijî vê desthilatdariya paşverû ya herêmê dixe nava şerekî giran ê navxweyî, kaos û tarîtiyê, dibêjin NA."