YE wê li benda rapora OSCE be

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê (YE) de hate ragihandin, ku encamên referandûmê hatine 'notkirin' û hat gotin, wê li benda rapora îxlalan a ji aliyê çavdêrên OSCE ve tê amadekirin.

Li ser navê Yekîtiya Ewropayê Serokê Komîsyonê Jean-Claûde Jûncker, Komîsera Bilind a ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî û Komîserê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hahn, peyam weşandin û diyar kirin, ku encam 'hatiye notkirin'.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rapora ku ji aliyê çavdêrên hilbijartinê yên Ofîsa Mafên Mirovan û Saziyên Demokratîk a ser bi Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) ve tê amadekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku ew li benda daxuyaniya vê saziyê ya li ser hîleyên li ser sindoqan û îxlalan e.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di referandûmê de encam gelekî nêzî hev e û hat gotin, di qonaxa bicihanîna guhertina destûrî de divê konsesuseke herî berfireh bê pêkanîn.