Onder: Ji ser sindoqan veneqetin

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got ku daneyên Ajansa Anadolûyê û yên Saziya Bilind a Hilbijartinê hevdu nagirin.

 

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku daneyên Ajansa Anadolûyê û yên Saziya Bilind a Hilbijartinê hevdu nagirin û ew ê ji bo “zerfên bêmohr” îtîrazî Saziya Bilind a Hilbijartinê bikin.

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder got ku Ajansa Anadolûyê manîpulasyonê dike.

Onder bang kir: “Bila kes ji ser sindoqan veneqete” û ragihand ku daneyên di destên wan de û yên Ajansa Anadolûyê û Saziya Bilind a Hilbijartinê hevdu nagirin.

Onder diyar kir ku rêya îtîraza “zerfên bêmohr” jî vekiriye.

Parlementerê HDP’ê bang kir ku heke polîs muşahîtan asteng bike bila gel zabitnameyan binivîsînin.