Polîsan êrîşî girseya li pêşiya YSK'ê kombûyin kir
Têkildarî encamên bi guman ên referandûmê girseya gel li pêşiya avahiya YSK'ê kombûn, polîsan êrîşî girseyê kir.
Têkildarî encamên bi guman ên referandûmê girseya gel li pêşiya avahiya YSK'ê kombûn, polîsan êrîşî girseyê kir.
Polîsan êrîşî girseya ku li pêşiya navenda YSK'ê ya li Enqerê kombûyîn kir.
Girseya gel li ser gotûbêjên dengên bê mohr û zerfên ku wê werin qebûlkirin, li pêş navenda saziya YSK'ê a Enqereyê kombûn. Bê navber qutbûna agahî dayinê, qutbûnên di malpera YSK'ê de û daxuyaniyek nedayin alozî zêde dike.
Bi zêdebûna girseya gel re polîs û wesayîta zirxî ya tîpa Akrep li pêş avahiyê bicih kirin. Piştî demekê polîsan êrîşî girseyê kir.
Polîsan bi dirûşmeya 'Şehîd namirin, welat parçenabe' êrîşî girseya gel kir.