Çapemeniya cîhanê bi îxlalên di referandûmê de hesiya
Çapemeniya cîhanê bi îxlalên AKP'ê yên di dema referandûmê de hesiya û destnîşan kir, ku Erdogan bi zorê bi ser ketiye. Saziyên çapemeniyê ragihandin, ku ev yek 'peyameke girîng e'.
Çapemeniya cîhanê bi îxlalên AKP'ê yên di dema referandûmê de hesiya û destnîşan kir, ku Erdogan bi zorê bi ser ketiye. Saziyên çapemeniyê ragihandin, ku ev yek 'peyameke girîng e'.
Çapemeniya cîhanê bi îxlalên AKP'ê yên di dema referandûmê de hesiya û destnîşan kir, ku Erdogan bi zorê bi ser ketiye. Saziyên çapemeniyê ragihandin, ku ev yek 'peyameke girîng e'.
NYT: WEKE KARÊ DESTPÊKÊ WÊ HEWL BIDE TÊKILIYÊN XWE YÊN BI CÎHANA ROJAVA RE SERERAST BIKE
Di nûçeya rojnameya New York Tîmes (NYT) a bi îmzeya Patrîck Kîngsley de bal hat kişandin ser îxlalên di dema referandûmê de hatine kirin. Di nûçeyê de hate ragihandin, li gelek cihan mûxalîfan îtiraz li îxlalan kirine û hat bibîrxistin, bi sedan çavdêr û muşahîd ji sindoqan hatine vegirtin.
Rojnameyê diyar kir, ji ber şerê dewletê yê li Kurdistanê bi hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne nekarîne deng jî bidin û cih da tespîtên ku nîşan didin referandûm bi rengekî adîl pêk nehatiye.
Rojnameya New York Tîmesê ragihand, Erdogan wê weke karê xwe yê sereke, hewl bide têkiliyên xwe yên bi Elmanya û welatên cîhana rojava sererast bike.
SPÎEGELÊ BAL KIŞAND SER PARÇEBÛNA NAVA CIVAKÊ
Di versiyona online ya Der Spîegelê de şîrovek bi sernavê 'miletê parçebûyî' hate weşandin û hat ragihandin, tevî tespîta îxlalan û îtirazên CHP û HDP'ê jî Erdogan serketina xwe îlan kiriye. Di şîrove nivîsê de işaret bi parçebûna beriya referandûmê hate kirin û hat destnîşankirin, bi eşkerebûna encamê re rojnameyên alîgirê hikûmetê 'serketin' îlan kirine û ev yek rewşeke ecêb e.
Di şîroveyê de hat îdîakirin ku derketina dengê 'erê' ji referandûmê, ji bo dema kurt dibe ku li qada aboriyê rê li ber encameke erênî veke, lê belê ji bo dema pêş wê rewşa nediyar a siberoja Tirkiyeyê dewam bike. Spîegelê eşkere kir, ku encama nêzî hev a referandûmê, cihêbûna civaka Tirkiyeyê bi rengekî zelal raxistiye pêş çavan.
LE MONDE: DIBE KU ERDOGAN JI REWŞA MÛXALEFETÊ SÛDÊ WERBIGIRE Û BIKEVE NAVA HILBIJARTINA PÊŞWEXT
Yek ji rojnameyên girîng ên Fransayê Le Monde jî di nûçeyeke xwe de bibîr xist, ku tevî zêdebûna dengê 'erê' li gelemperiya Tirkiyeyê jî, li Enqere û Stenbolê dengê 'NA' zêdetir e. Di nûçeyê de hat ragihandin, li bajarê Kurdan jî bi rengekî 'ne surprîz' dengê 'NA' bi ser ketiye û hat îdîakirin, dibe ku Erdogan ji rewşa heyî ya mûxalefetê sûdê werbigire û bikeve nava hilbijartineke giştî.
FT: DENGÊ 'NA' YÊ LI BAJARÊN MEZIN PEYAMEK DA ERDOGAN
Di şîroveya rojnameya Fînancîal Tîmes (FT) a Îngilîz de hat destnîşankirin, dengê NA yê li bajarên mezin peyamek daye Erdogan.
Rojnameyê di şîroveya xwe de diyar kir, beriya hilbijartinên 2019'an Erdogan neçar e gelek mijarên ji hev qelişîne bicebirîne û destnîşan kir, Erdogan negihîştiye rêjeya dengê dixwest.
FT cih da şîroveya Davîd L. Phîllîps ê ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Zanîngeha Colûmbîayê: "Bi vî rengî agehiya Tirkiyeyê bi cîhana rojava re qediya ye. Bêwate ye ku mirov li benda helwestek nerm a Erdogan bin... Êdî ti sedem nîne ku mirov li bendê bin parlamenterên HDP'ê yên girtî ne bên berdan, operasyonên ewlekariyê yên li Başûrrojhilat bên qedandin an jî girtina alîgirên Gulen ên bi hewldana darbeyê tên sûcdarkirin, bên bidawîkirin."