Çalakiyên ji bo berxwedana zindanan dewam dikin
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, dewam dikin.
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, dewam dikin.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê û li bajarê Nottîngham ê Îngilîstanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan, qediya. Gelek şoreşger, sosyalîst û nûnerên saziyên anarşît, greva li Pîazza Cordûsîo ziyaret kirin û destek dan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û Zanyarê Zimanê Erebî yê Zanîngeha Katolîk a Mîlanoyê Prof. Paolo Branco axivî. Branco fikarên xwe yên li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê anî ziman. Branco destnîşan kir, ku wijdanê mirovahiyê di îmtihanekê de ye û got, "Hêvîdar im bêyî ku tiştek bi kesî were, grevên birçîbûnê biqedin."
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê mîtîngek hate lidarxistin. Li Bordeaûxê wê îro jî greva birçîbûnê dest pê bike.
Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê, endamên Komunîstên Ciwan ên Fransayê û dostên Kurdan li vir axivîn û bal kişandin ser girîngiya pêvajoyê.
Gel li ber avahiya Şaredariya Bordeaûxê i hev civiya û bi qîrîna dirûşmeyan destek dan girtiyên di greva birçîbûnê de ne.
Her wiha hat ragihandin, ku wê ji bo destekkirina çalakgeran, greva birçîbûnê ya bêdem were destpêkirin.
NOTTÎNGHAM
Li bajarê Nottîngham ê Îngilîstanê, mîtîngek hate lidarxistin.
Di vê mîtîngê de dîktatoriya Erdogan û polîtîkayên dewleta Tirk hatin teşhîrkirin. Hat gotin, wê îro jî greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger bê destpêkirin.