Schûlz: Encama referandûmê nîşan da ku Erdogan ne Tirkiye ye

Serokê berê yê PE û Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) Martîn Schûlz, li ser encamên referandûmê got, "Eşkere bû ku Erdogan ne Tirkiye ye."

Serokê berê yê Parlamenta Ewropayê (PE) û Serokê Giştî yê SPD'ê Martîn Schûlz bi rêya Twîtterê peyamek weşand û bal kişand ser têkoşîna demokrasiyê.

Ji bo encamên referandûmê Schûlz got, "Encama nêzî hev a li referandûmê nîşan da ku Erdogan nayê wateya Tirkiyeyê." Schûlz banga dewamkirina têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê kir.

Schûlz ku di meha Sibatê de bi rengekî fermî bû Serokê SPD'ê, di hilbijartinên giştî yên meha Îlonê de namzetê partiya xwe yê ji bo Serokwezîrtiyê ye.

MUTZENÎCH: TIRKIYE BÛ DU PARÇE

Cîgirê Serokê Koma Meclîsê ya SPD'ê Rolf Mutzenîch jî destnîşan kir, ku bi encama referandûmê re Tirkiye bûye du parçe.

Mutzenîch diyar kir, lazim e AKP encamên referandûmê bi berfirehî binirxîne, guhertina destûra bingehîn ji nû ve di ber çavan re derbas bike û anî ziman, referandûm di nava rewşeke adîl û azad de pêk nehat.

Mutzenîch ji Deutsche Welle re axivî û destnîşan kir, encama derket holê nîşan dide ku gel destekeke xurt nade guhertina sîstema siyasî.

Mutzenîch rexne li nîqaşên li ser îdamê kir û hişyarî da ku ev yek wê Tirkiyeyê hîn bêhtir ji Ewropayê dûr bixîne. Mutzenîch got, "Pêwîste ev tişt ji aliyê Tirkiyeyê ve baş were fêhmkirin: Sîstema serokatiyê ku Erdogan û beşek ji AKP û MHP'ê dixwazin, wê Tirkiyeyê hîn bêhtir ji Ewropayê dûr bixîne. Ji ber ku ev yek bi ti awayî li pîvanên siyasî yên Yekîtiya Ewropayê nayê. Ji nû ve anîna cezayê îdamê wê were wateya qedandina pêvajoya danûstandinan. Pêwîste Birêz Ocalan dawî li van hewldanên xwe yên ku rê li ber van encaman vedike bîne û vê pêvajoyê ji nû ve binirxîne."