HDK: Têkoşîna me ya li dijî ‘Yek kesiyê’ wê bidome

HDK: Têkoşîna me ya li dijî ‘Yek kesiyê’ ya di nav şertên giran de wê ji niha û pê ve jî bi biryardarî bidome.

HDK li ser referandûma îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Referandûma Pergala Seroktiyê ya di 16’ê Nîsana 2017’an de ya ku dewletê bi hemû derfetên xwe pêk anî, ji ber encama xwe bûye zemîna nîqaşên rewabûnê. Me berê jî diyar kiribû ku di şertên Rewşa Awarte de tekane encama wê ya rewa ‘NA’ ye.”

HDK’ê diyar kir ku biryara ne hiqûqî ya Desteya Bilind a Hilbijartinê ya ku ‘bila dengên bêmohr jî werin hesibandin’ rê li ber vî tiştî vekiriye ku encama referandûmê bi kêrî desthilatdariyê were. HDK’ê di daxuyaniyê de got: “Ev encamên ne fermî û bi guman diyar dike ku tifaqa AKP-MHP’ê li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Amed û Wanê têk çûye û li Tirkiyeyê kesên demokrasî, azadî, wekhevî û aştiyê dixwazin bi ser ketine. Têkoşîna demokrasiyê ya gelan a li dora eniya Nayê, li ser sindoqan bersiveke baş da vê tifaqê.

Li Kurdistanê bi taybetî jî bajarên di bin ablûqayê de bi rêjeyeke zêde ya Nayê diyar kir ku gelê Kurd li îradeya xwe ya siyasî, nasname û çanda xwe xwedî derdikeve.

Em wekî Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) encamên vê referandûmê nas nakin a ku bi destê Saziya Bilind a Hilbijartinê mudaxele lê hatiye kirin. Têkoşîna me ya li dijî ‘Yek kesî ’ ya di nav şertên giran de wê ji niha û pê ve jî bi biryardarî bidome.

Na bi ser ket, têkoşerên Na’yê bi ser ketin!”