Wekîlên HDP’ê: Encam ne meşrû ne, em nas nakin

Parlemeterên HDP’ê Huda Kaya û Fîlîz Kerestecîoglû yên ku encamên referandûmê ji ANF’ê re nirxandin, diyar kirin ku wê encamên ne meşrû, nas nekin.

Kaya û Kerestecîgolû ên diyar kirin ku di hilbijartinê de îxlalên mezin pêkhatin, diyar kirin ku 668 girtenameyên îmzakirî yên muşahîdên HDP’ê, bi encamên li ser erkarnên televîzyonan hatin dayîn ji hev nagirin.

‘668 GIRTENAMEYÊN ÎMZEKIRIÎ JI ENCAMAN KU HATIN DAYÎN JI HEV NAGIRIN’

Parlemetera HDP’ê Huda Kaya, diyar kir ku encamên referandûmê ne meşrû ne. Kaya bibîr xist ku hemû kanal mehkûmî encamên Ajansa Anadolûyê (AA) hatin kirin, bi derketina agahiyên cuda yên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya ligel AA’yê re, qedexekirina YSK’ê ya encaman jî bû delîl. Kaya diyar kir ku hê ji sedî 80’ê sindoqan hatibûn hejmartin, diyar kirin ku ji sedî 99’ê sindoqan hatine vekirin nîşan dan. Kaya got: “Bi fen û futan, bi lez û bez bi encam kirin.”

Kaya destnîşan kir ku tevî hemû derewan jî rêjeya dengê ‘NA^ji sedî 52. Kaya diyar kir ku zanîn wê bi teqez dengê ‘NA’ bilind bibe bi alîkariya YSK’ê 1,5 milyon psuleyên bê morh xistin dewreyê. Em teslîm nabin. 668 girtenameyên me yên îzekirî hene, ew girtename ji bo me dide nîşandan ku encamên li ser ekranan hatin nîşandan cudane; em ê îtiraza vê bikin.”

‘EM VÊ ENCAMÊ NAS NAKIN, TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’

Kaya got ji kû ve temaşe bikî temaşe bike fêlbazî di nav de heye û wiha nirxand: “Baş dizanin ku winda kirine û niha bi qêrînên sexte yên serkeftinê mirovan li kolanan kom dikin.” Kaya ya ku diyar kur ku ew van encaman nas nakin, ji bo vîna gel temsîl bikin, wê têkoşîna xwe bidomînin. “

KERSTECÎGOGLÛ: RÊJEYA DENGÊ ‘NA’ DIDE NÎŞANDAN KU YEK KESÎ QEBÛL NAKE

Parlemetera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî bal kişand ser 668 girtenameyên îmzekirî ji encamên ku hatin diyarkirin hev nagirin, diyar kir ku wê îtiraza vê bikin. Kerestecîgolû diyar kir ku di hilbijartina referandûmê de gelek fen û fût hatin kirin û wiha pêde çû: “Rê nedan ku Komeleya Mafê Mirovan li Mêrsîn, Çenekkale, Colemêrg û gelek bajarên din çavdêriya sindoqan bikin. Dîsa rê nedan ku heyetên ji Konseya Ewropayê hatin çavdêriya sindoqan bikin. Ji derveyî vê psûleyên bê mohr hatin bikaranîn, bi taybet mudaxeleya polîs û leşkeran ya li herêmê li ser muşahîdan, ev hemû bi vekirî dide nîşandan ku ev encam ne meşrû ne.”

Herî dawî Kerestecîgolû wiha got: “Her çendî encam weke li ser ekranan derketibe jî, rêjeya dengê ‘NA’ ya derketî, diyar kir ku li Tirkiyeyê sîstema yek kesî nayê qebûlkirin.”