Kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li Elmanya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel kongreyên xwe pêk anîn.
Li Elmanya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel kongreyên xwe pêk anîn.
Li Elmanya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel kongreyên xwe pêk anîn.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwana ji 3 kesan ahte hilbijartin. Delegeyan rewşa dawî ya siyasî nirxandin û destnîşankirin, ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bersiveke xurt ji berxwedana niha ya li girtîgehan re bê dayîn.
Piştî xwendin û nirxandina rapora karê salekê, 9 komîsyonên meclîsê hatin hilbijartin. Kerem Gok û Menekşe Uruk Ozer ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, endamê KCDK-E Cîhan Garzan peyivî û diyar kir, lazim e gelê Kurd xwe ji bo pêvajoyeke nû û zehmet a têkoşînê re amade bike.
Di kongreyê de li ser rapora karê salekê nîqaş hate kirin û di dawiyê de 40 endamên meclîsê û hevserok hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.
MARSÎLYA
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî kongreya xwe pêk anî. Kongre bi beşdariya 200 delegeyan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Delegeyan rewşa dawî ya siyasî nirxandin û piştre li ser rapora karê salekê nîqaş kirin. Di dawiyê de jî tevî komîsyonan ji bo Hevserokatiyê Arzû Kara û Fethî Korûkçû hatin hilbijartin.
AVÎGNON
Li bajarê Avîgnon ê Fransayê komun hate ragihandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Bişar Serhad rewşa dawî ya siyasî nirxand û dûre raporên li ser ewşa malî û pratîkî yên komeleyê hatin xwendin.
Ji bo rêxistinbûna komunê jî hilbijartin hate kirin û Erol Baysûngûr û Fatoş Uncucan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Her wiha komîsyonên ji 25 kesan jî hate avakirin. Hevseroka CDK-F Cemîl Renklîçayir di dawiya kongreyê de axivî û kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya salane bi beşdariy 100 endam û mêvanan pêk anî.
Piştî nirxandina rewşa siyasî û karê salekê yê navendê, komîsyon hatin avakirin û meclîsa ji 50 kesî hate hilbijartin. Derya Çelîk û Ogûz Tokar jî ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Kongre bi stranên Koma Dengê Rojava qediya.