Alîkarê Hevserokê Giştî yê CHP’ê Erdal Aksunger li navenda giştî bi daxuyaniyekê diyar kir ku, rêjeya ku Ajansa Anadolûyê dide, manîpulasyon e.
Aksunger rêjeya xwe û ya ku tê dayîn da ber hev û got: “Em dibînin ku Ajansa Anadolûyê manîpulasyonê li ser eniya ‘Na’yê dike. Ez encama vê kêlîkê ya Saziya Bilind a Hilbijartinê dibêjim, ji sedî 16’ê sindoqan hatine vekirin. Lê li gorî weşanên manîpulatîf ev rêje ji sedî 40 xuya dike. Lê sindoqên li Stenbolê hê nehatine vekirin. Sindoqên Îzmîr û Enqereyê jî. Lê me beriya wan vekir. Niha li Stenbolê ‘NA’ ji sedî 56 li pêş e. Li Îzmîrê jî ji sedî 70.3 ‘Na’ li pêş e. Li Enqereyê jî wekî hev e.”
Aksunger ji bo encamên Kurdistanê jî got:“Li Amedê, ‘NA’ gelekî li pêş e. Lê hê jî li sindoqên wê derê kêmasî hene. Lê bila hevalên li ser sindoqan, sindoqan terk nekin, heta dengê dawîn bijmêrin. Ligel şaşî, xeletî, berevajîkirin û manîpulasyona Saziya Bilind a Hilbijartinê wê gel bi ser bikeve. Eniya ‘Erê’ gelek fen û fût kirin, lê em ê bibînin ku wê ‘NA’ bi ser bikeve.”