Li Torosan di 10 sindoqan de hejmara dengan ji hilbijêran zêdetir derket
Li navçeya Torosan li dibistanekê di 10 sindoqan de ji hejmara hilbijêrên tomarkirî zêdetir deng derketin.
Li navçeya Torosan li dibistanekê di 10 sindoqan de ji hejmara hilbijêrên tomarkirî zêdetir deng derketin.
Derket holê ku li Dibistana Seretayî ya Atatûrk a li Taxa Osmaniye ya girêdayî navçeya Torosan a Mêrsînê, di sindoqên jimara 1146, 1154, 1156, 1145, 1149, 1144,1147, 1148, 1151,1152’an de, jimara hilbijêr, jimara psulayan û jimara zerfan ji hev negirtin.
Hat diyarkirin ku di sindoqên hatin diyarkirin de ji hejmara hilbijêran jimara zerf û psûleyan zêdetirbûn, têkildarî sindoqên ku qala wan tê kirin ti girtename nahate kirin. Têkildarî gilînameya Rêxisitna HDP’ê ya Mêrsînê amade kirî, ji bo îtirazê derbasî Edliyeya Mêrsînê bûn.
Di sindoqa bi jimara 1149 ku 401 hilbijêr wê heyî, 404 psuleyên deng û 415 zerf derketin, sindoqa jimara 1148 ku 409 hilbijêr, 420 psûle derketin. Dîsa sindoqa bi jimara 1146 ku 408 hilbijêr, 416 psuleyên deng derket, di sindoqa bi jimara 1155’an de ku 407 hilbijêr, 418 psuleyên deng derketin, sindoqa bi jimara 1152 ku 407 hilbijêr 420 psuleyên dengan derket, sindoqa bi jimara 1151 ku 411 hilbijêr 416 psuleyên dengan, sindoqa bi jimara 1153 ku 415 hilbijêr 420 psuleyên dengan, sindoqa bi jimara 1146 ku 408 hilbijêr 416 psuleyên dengan, sindoqa bi jimara 1147 ku 408 hilbijêr 411 psuleyên dengan derket.