Gelan ji polîtîkayên şer û qirkirinê yên Erdogan re gotin 'NA'

Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan, di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku ji bo xurtkirina dîktatoriya xwe ya 'yek şexsî' amade kir, encama li bendê bû bi dest nexist.

Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji polîtîkayên dizî, talan û qirkirinê yên Erdogan re gotin 'NA'.

Hewldanên Desteya Hilbijartinê ya Bilind ên ji bo pêşîgirtina li dengê NA, wê bi îtirazên HDP'ê û partiyên siyasî her di rojevê de bimînin.

Piştî daxuyaniyên ku îdîa dikirin, li Stenbol, Îzmîrê dengê 'erê' bi ser ketiye, mirov daketin kolanan û dirûşmên 'Em dîktatoriya şexsekî naxwazin', 'Hikûmet îstifa' qîriyan.

Ev yek jî tê wê wateyê, ku tevî bendewariyên klîka AKP/MHP'ê, gelan polîtîkayên dizî, talan, qirkirin û şer ên AKP'ê qebûl nekirine.

LI KURDISTANÊ DENGÊ 'NA'

Li Kurdistanê jî dengê NA bi ser ket. Li bajarên ku dewleta Tirk ji dawiya sala 2015'an û vir ve êrîş dike û hewl dide tine bike, NA deng veda.

Şirnex û navçeyên wê serkêşiya van bajaran dike. Li Cizîrê, ku dewleta Tirk bi mehan êrîş kir û eger gotin di cih de be 'kevir li ser kevir nehişt', bi rêjeya ji sedî 81.3 ê dengan ji dîktatoriya şexsekî ya Erdogan re got NA. Navçeya din a ku êrîş lê hate kirin jî bi rêjeya ji sedî 74.8 got NA.

Navçeya Sûrê jî, ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû gotibû 'Em ê bikin Toledo ya Tirkiyeyê' û bi mehan êrîş lê hatibû kirin, bi rêjeya ji sedî 64.9'an got NA. Li Farqînê ji sedî 78.9, li Licê ji sedî 85.7 ê dengdêran ji polîtîkayên şer ên AKP'ê re gotin NA.

Li navçeya Gimgim a Mûşê, ku berxwedana xwerêveberiyê li vir dest pê kir û cihê destpêkê bû ku dewleta Tirk êrîşî wê kir, bi rêjeya ji sedî 86.1'ê li dijî dîktatoriyê got NA.

Gava herî girîng jî li navçeya Samandagi ya Hatayê hate avêtin. Li vê navçeyê, ku Erdogan û AKP dixwaze bike navendek ji armancên xwe yên qirêj ên ji bo destekkirina DAIŞ'ê, ji sedî 92.3 ê dengdêran ji polîtîkayên şer re gotin NA.

Bajarên Artvîn, Îdir, Erdexan, Hatay, Zolgûndakê dengê NA dan. Vê yekê jî bi rengekî eşkere nîşan da ku gel polîtîkayên qirêj ên AKP'ê qebûl nake.

Li Stenbol, Enqere, temamiya herêmên Ege, Trakya û Derya Spî dengê NA bi ser ket. Li ser vê encamê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland daxuyaniyek da û got, "Pêwîste rêveberiya li Tirkiyeyê vê encama di referandûmê de derketiye li ber çavan bigire û gavên ji niha û pê ve gavêje, bi hesasî bavêje."