Encama bi guman a referandûmê
Li Tirkiyeyê, paketa destûar bingehîn a dîktatoriya Erdogan, li hemberî dengê NA yê ji sedî 4.6'an bi dengê 'erê' yê ji sedî 51.4'an hate qebûlkirin.
Li Tirkiyeyê, paketa destûar bingehîn a dîktatoriya Erdogan, li hemberî dengê NA yê ji sedî 4.6'an bi dengê 'erê' yê ji sedî 51.4'an hate qebûlkirin.
Beşdariya li dengdanê ji sedî 83.3 bû. 24 mîlyon 325 hezar 985 kesî dengê 'erê', 23 mîlyon 189 hezar û 21 kesî jî dengê 'NA' dan. 1 mîlyonek deng derbasdar nehatin hesibandin.
Di dengê derveyî welat de ji sedî 40.83 gotin NA, ji sedî 59.17 jî gotin 'erê'.
CHP û HDP'ê ragihandin, ji ber ku pisûla û zerfên bê mohr hatine bikaranîn, 2.5 mîlyon deng bi guman e.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind, di dema dengdanê de li ser daxwaza AKP'ê ragihandibû ku dengên bê mohr jî qebûl dikin.