ROJANE
Hemû Nûçe
-
Piştgiriya Anarşîst mezin dibe
Tevna piştgiriya bi girtiyan re ya dijberên otorîteyê ya cîhanê ABC (Xaça Reş a Anarşîst) piştî Stenbolê li Îzmîrê tevna xwe danî û dest bi piştgiriya girtiyan kir. -
Fîlmê li ser berxwedana zindana Amedê li Osloyê hate nîşandan
Fîlmê "14 Temmûz (14'ê Tîrmehê)" yê li ser berxwedana zindana Amedê, li sînemayên Cînemateket ên li Osloyê hate nîşandan. -
Girtiyên li Alanyayê qala 'hiqûqa dijmin' kirin
Girtiyên li Alanyayê gotin, li girtîgehê kiryarên mîna 'hiqûqa dijmin' li wan tên kirin. -
Li Stûttgart û Essenê li dijî qedexeya sembolan meş
Li bajarê Stûttgart û Essen ên Elmanyayê, li dijî qedexekirina alên PYD, YPG, YPJ û PKK’ê meşak hate lidarxistin. -
‘Bi girtina her du kedkarên di greva birçîbûnê de, ceribandin qetlîam e'
ÎHD, TÎHV, Hiqûqnasên Hemdem, OHP û TOHAV ên jI bo balê bikişîn ser rewşa Nûriye Gulmen û Selîm Ozakça yên perwerdekar ku di roja 101’an a greva birçîbûnê de ne, li pêşiya Peykerê Kuçuk Kartal ê Beşîktaşê çalakiyek lidar xistin. -
Di nobeda edaletê de ya li Maçkayê alozî pankartê
Di nobeda edaletê de ya li Parka Maçkayê ya ku dikeve roja 3’emîn Meclîsên ‘Na’yê yên Stenbolê û polîs li ser pankartê bi hev çûn. -
Polîsên Elman wekî parêzvanên Erdogan tevgeriyan!
Alayên YPG û YPJ’ê yên ku hemû cîhan bi sempatî lê dinihêre îro polîsên Elman belaya xwe bi wê dan. Di êrîşa polîsan de 3 kes birîndar bûn, 7 kes jî hatin binçavkirin. Piştî çalakiya rûniştinê ya girseyê kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan. -
Li Lîegeyê bibîranîna şehîdan
Li bajarê Belçîkayê Lîegeyê şehîd hatin bibîranîn. -
Polîsên Elman êrîşî meşa PYD’ê kirin, xwepêşander li ber xwe didin!
Polîsan êrîşî çalakiya protestoyê kir ya ku li dijî biryara Elmanyayê ya ku alên PYD, YPG û YPJ’ê qedexe dike. Polîsan xwestin alên YPG û PYD’ê kom bikin, girseyê jî li ber xwe da. Di çalakiyê de kesek giran birîndar bû, girse çalakiya rûniştinê didomîne. -
Li Strasboûrgê ji bo Ocalan banga ‘Çalakiyên bê dem’
Ciwanên Kurd, li Strasboûrgê ji bo azadiya Ocalan stand vedan. -
Xizmên windayan vê hefteyê jî daxwaza edaletê kir
Xizmên windayan li Amed û Îzmirê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 436'an de li windayan geriyan, daxwaza edaletê kirin. -
Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cinêvê 10’ê Tîrmehê destpê dike
Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cinêv a bi mijara Sûriyeyê, 10’ê Tîrmehê destpê dike. -
KCDK-E’yê 2’emîn kongreya xwe lidar xist
Bi beşdariya nûnerên meclîsên gel, navendên civakî, komele û saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê KCDK-E’yê kongreya xwe ya 2’emîn lidar xist. -
Li Şirnexê ‘mamoste’ya çekdar
Li Qilebanê Gokçen T. ku xwedêgiravî ‘’mamostetî’’yê dike, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi dilqê tîmên taybet poz da û peyamên dagirkeriyê da. -
Dayikên Şemiyê: Em xwedî li edaletê derbikevin
Dayikên Şemiyê cara 638’an li Meydana Galatasarayê hatin cem hev. Dayikan gotin Erdogan derew li wan kiriye û bang kirin ku her kes li edelatê xwedî derbikeve. -
Efserên Tirk ên NATO’yê li komkujiyên xwe yên Kurdistanê mikur hatin
Îfadeyên 5 efserên payebilind ên Tirk ên di bin banê NATO’yê de ku xwe li Belçîka girtin hatin weşandin. -
Endamê DAIŞ’ê yê li Elmanya sîxûrê MÎT’ê derket!
Li Elmanya 4 endamên DAIŞ’ê yên ku ji bo li Dusseldorfê êrîşê pêk bînin hazirî dikirin hatin girtin. Ji van endamên DAIŞ’ê Salah A. Sîxûrê MÎT’ê derket. -
Li Kadikoyê ji bo Gulmen û Ozakça meş
Hêzên Demokrasiyê, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya roja 100’an a Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ya bi BHQ’ê ji kar hatin dûrxistin û bi awayekî bê hiqûqî hatin girtin, li Kadikoyê meşekî heybet lidar xistin. -
Li Osloyê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li paytext Oslo ya Norweçê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
Tirkiye vê carê di hedefa saziyên civaka sivîl de bûn
Îro Tirkiye li NY’yê di hedefa rexneyan de bû. Rêxistina Efû ya Navneteweyî ku di rûniştina 35. a Rûniştina Mafê Mirovan a NY’ê de mafê axaftinê girt, Tirkiye bi zimanekî hişk rexne kir, bal kişand her ku diçe li Tirkiyeyê îxalalên mafê mirovan zêde dibe. -
Netewên Yekbûyî: Li Mûsilê çete 100 hezar kesî weke mertalê zindî bikartîne
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 100 hezar xelkê medenî li navenda Mûsilê di destê DAIŞ’ê de heye û DAIŞ wana weke mertalên zindî bikartîne. -
NAV-DEM’ê ji bo meş û mîtînga sibehê bang kir
NAV-DEM, ji bo meş û mîtînga sibehê banga beşdariyekî xurt kir. -
Berkîn hate bibîranîn: Diviya me hesabê Ceylan û Ûgûr bixwesta
Berkîn Elvan hate bibîranîn. Bavê Berkîn Samî Elvan got, "Eger me hesabê Ceylan û Ûgûr bixwesta dibe ku Berkîn îro sax bûya. Lê ji bo zarokên din nemirin em ê têkoşînê geş bikin." -
'Muxalefet bibe yek Erdogan wê têk biçe'
Endamê Desteya Rêveber a PEN'ê Sonmez got, divê HDP û CHP bi hev re tevbigerin û wiha domand: "Ji muxalefeteke dabeşbûyî tenê Erdogan dikare kelkê werbigire. Divê pêşiya vê were girtin." -
HDK: Kolan çeperên berxwedanê ne; em ji rêya xwe venagerin
HDK'ê li ser operasyonên qirkirina siyasî civînek lidar xist. Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît li civînê axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana li kolanan. Koçyîgît destnîşan kir, ku ew ê ji vê berxwedanê venegerin.