Li Osloyê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li paytext Oslo ya Norweçê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li paytext Oslo ya Norweçê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de li pêşiya Sefaretxaneya Tirk dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan hatin qîrkirin.
Di çalakiyê de Heserokê KCD a Oslayê Andam Aso axivî û diyar kir ku Tirkiye li dijî Kurdan dest bi şer kiriye û civaka navneteweyî li hemberî vê bêdeng e.
Di çalakiyê de dirûşmên mîna “Faşîst Erdogan”, “Ji Ocalan Re Azadî” û “Erdogan Ji Kurdistanê Derkeve” hatin qîrkirin.