Di Adara bihurî de Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê biryar dabû ku alayên YPG, PYD û YPJ’ê werin qedexekirin. Li hemberî vê biryarê îro li Berlînê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya şaredariya Tîegertanê bi dirûşmên “Azadî ji bo Rojava” û “Têkoşîna li dijî krîmînalîzekirina PYD, YPG û YPJ’ê” hate destpêkirin.
Beriya meşê di mîtînga kurt a li ber avahiya şaredariyê Nûnera Ewropayê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Sînem Mûhammed axivî. Mûhammed xwest ku bila hikumeta Elman biryara xwe ya qedexekirinê rake û banga piştgiriya bi YPG’ê re kir.
Ji xeynî sazî û dezgehên Kurdan ên li Berlînê komên çepgir û sosyalîst ên Elman jî piştgirî dan çalakiyê. Polîsan her carê hewl dan ku provokasyonan bikin. Polîsan anons kirin ku alayên PYD, YPG û YPJ’ê venekin lê girseyê alayên xwe danexistin.
POLÎSAN YEK JÊ GIRAN 3 KES BIRÎNDAR KIR
Ber bi dawiya meşê ve polîsên Elman bi hinceta ku alayên YPG û YPJ hatine hildan êrîşî girseyê kir û xwest bi darê zorê dest deyne ser ala û flamayan. Di êrîşa polîsan de yek jê giran, 3 kes birîndar bûn. Birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, hatin tedawîkirin.
Polîsên Elman bi gaza îsotê êrîş kir û li vê derê 7 xwepêşander xist bin çavan. Xwepêşander jî ji bo protestokirina vê helwesta polîsan li cihê ku rêyên “Chaûsseestr” û “Schwartzkopffstraße” digihêjin hev, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Xwepêşanderên ku di nav wan de Elman jî hebûn xwestin ku bila 7 kes serbest werin berdan. Piştî ku polîsan ev 7 kes serbest berda, çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê bi nivîseke di 2’ê Adara 2017’an de a ku ji hemû eyaletan re şandiye, daxwaz kiribû ku gelek ala/flamayên sazî û partiyên Kurdan ên ku PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK û NAV-DEM jî tê de hene, werin qedexekirin. Wezaretê ev nivîs wekî “nûkirina” qedexeya PKK’ê diyar kiribû ya ku ji sala 1993’an û vir ve li Elmanyayê didome.