Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cinêvê 10’ê Tîrmehê destpê dike

Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cinêv a bi mijara Sûriyeyê, 10’ê Tîrmehê destpê dike.

Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cinêv a li buroya NY’yê ya li bajarê Cinêv a Swîsreyê ku di pêşengtiya NY’yê bin navê çareseriyekî siyasî ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê re bê dîtin de, 10’ê Tîrmehê destpê dike.

Di daxuyaniya ji buroya Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê ya NY’yê hate kirin, hate diyarkirin ku wê Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cinêvê 10’ê Tîrmehê destpê bike, hevdîtin wê li ser biryara hejmara 2254 a têkildarî mijarê sala 2015’an li Konseya Ewlekaiya Neteweyên Yekbûyiyê bê pêkanîn.

WÊ DI HEVDÎTINÊ DE DESTÛRA NÛ BÊ DEST GIRTIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên ku daxwazî hevdîtinê bibin wê 9’ê Tîrmehê li Cinêvê bin, alî çawa ku li gorî 6 tûrên bihurî wê dîsa di hevdîtinan de li ser mijara destûra bingehîn a nû hevdîtinan pêk bînin.

MULIM: VEXWENDIN NAME JI BO ME NEHATIYE

Li ser gotûbêjên ku wê nûnerên rastî yên Kurd jî beşdarî hevdîtina bibin yan ne, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim ê ku me li gel hevdîtin kir, diyar kir ku ji bo beşdarbûna civînên cinêvê heta roja îro ti vexwedin name ji bo wan nehatiye şandin.