Endamê DAIŞ’ê yê li Elmanya sîxûrê MÎT’ê derket!

Li Elmanya 4 endamên DAIŞ’ê yên ku ji bo li Dusseldorfê êrîşê pêk bînin hazirî dikirin hatin girtin. Ji van endamên DAIŞ’ê Salah A. Sîxûrê MÎT’ê derket.

Salah A. yê ku îfade dayî polîsan Elman got ew 2014’an ji Sûriyê piştî ku derbasî Tirkiyê bûye ji MÎT’ê re xebitiye.

Hezîrana 2016’an ji bo Elmanan bûbû rojeva sereke. Plansaziya wê hatibû kirin du çalakvanan endamên DAIŞ’ê li kolana herî şên a Dusseldorfê , Heînrîch-Heîneyê xwe biteqînin, yê dî jî wê bi çeka xwe li gel reşandiba.

Lê polîsê Elman operasyonek li dijî van endamên DAIŞ’ê pêk anîbû, li Vestfalya ya Rena Bakur, li Brandenbûrgê û Baden-Wurttbergê 3  welatiyên Sûriyê binçav kiribû. Têkildarî lêpirsînê kesê çaremîn ê bi navê Salah A. li Fransayê hatibû girtin û ew dabûne Elmanya.

DER SPÎEGELÊ BI BERFIREHÎ ÎFADE WEŞANDIN

Ev 4 DAIŞ’î 5’ê Temûzê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê wê derkevin pêşberî dadger. Beriya ku DAIŞ’ê derkevin pêşberî dadger, yek ji kovara nûçeyan a heftane Der Spîegel di hejmara xwe ya nû de cih da îfadeya endamekî DAIŞ’ê yê bi navê Salah A.

Li gorî nûçeya kovarê Salah A. ji ekîba lêpirsînê re gotiye ew bi Hamza C. re ku bi hev re hatine girtin Gulana 2014’an derbasî Tirkiyê bûne. Salah A. bi domdarî wiha axivî ji ekîba lêpirsînê re:

 ‘Piştî ku derbasî Tirkiyê bûm bi dizîka ji îstîxbarata Tirk re xebitîm. Bi agahiyên ku min dane polîsên Tirk operasyon kirin û nêzî 50 endamên DAIŞ’ê hatin  binçavkirin. Her wiha di nav de konsolosxaneya DYA’yê jî di nav de ez bûme asteng ku gelek çalakî neyên kirin.’’

LI GORÎ DOZGERIYA FEDERAL DAIŞ’Î RAST DIBÊJE

Salah A piştre bi kelekek penaberan tê Yewnanîstanê û ji wir jî tê Elmanya û daxwaz dike ku Elmanya bi cih û war bibe. Di dosyayê lêpirsînê ya têkildarî Salah A. de wiha tê gotin:

 ‘’Salah A. piştî ku tê Elmanya ji bo êrîşa terorî ya Dusseldorfê pêk bîne cih amade kiriye û di ser Facebookê re ji navenda DAIŞ’ê ya Sûriyê re mesajek bi rengê, ‘’ji bo çalakiyê her tişt hazir e, ji niha û pê ve îşê Xwedê ye’ mesaj nivisiye.’’

Kovara Der Spîgelê ku xwe gihandî dosyaya lêpirsînê dibêje, ‘’Serdozgeriya Federal a  ku lêpirsînê dike, qanih bûye ku Salah A. rast dibêje’’. Ji ber ku agahiyên ku Salah A. dide û çîroka wî sîsika lêpirsînê pêk tîne.