Piştgiriya Anarşîst mezin dibe

Tevna piştgiriya bi girtiyan re ya dijberên otorîteyê ya cîhanê ABC (Xaça Reş a Anarşîst) piştî Stenbolê li Îzmîrê tevna xwe danî û dest bi piştgiriya girtiyan kir.

Endamê Tevna ABC Îzmîrê Mûrat Kirmizioglû ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji ber zêdebûna hejmara girtiyan û dijwarbûna zextên li Îzmîrê wan biryar dane tevna xwe li vir jî deynin.

ROJEVA SEREKE MEHMET E

Kirmizioglû ragihand, wan Mehmet Kaplan kirine rojeva xwe ya sereke. Kaplan xwest, cenazeyê kekê xwe Soro Amed (Salih Kaplan) ê li herêma Omeryan a Mêrdînê şehîd bû rake, lê belê ji 'endametiya YPG'ê hate girtin û 7 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Kirmizioglû got, "Mehmet endamê Tevgera Anarşîst a Îzmîrê ye. Hevalekî me ye ku ji bo alîkariya însanî çûbû Kobanê. Dema ku dixwest cenazeyê kekê xwe rake hate binçavkirin û girtin. Ji 'endametiya YPG'ê cezayekî sosret li Mehmet birîn."

Kirmizioglû anî ziman, ji bo azadiya hevalê xwe Mehmet Kaplan wan hin çalakî plan kirine, bi malbata wî re têkilî danîne û bi malbatê re plan kirine, bê dikarin bi hev re çi bikin.

PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA KOBANÊ

Kirmizioglû diyar kir, ew li pişt karê hevalê xwe Mehmet Kaplan e, destekê didin piştgiriya wî ya ji bo berxwedana Kobanê û wiha dewam kir: "Mehmet di dema berxwedana Kobanê de çû Kobanê û li wê derê piştgirî da. Wê demê me jî li cihê em lê bûn, destek dan berxwedana Kobanê. Em li pişt Mehmet û hemû hevalên me yên din ên piştgirî dane. Em, cezayê li Mehmet hatiye birîn qebûl nakin."

ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛ

Kirmizioglû da zanîn, li girtîgehan 14 hevalên wan ên li dijî otorîteyê hene û anî ziman, sê girtiyên trans jî di nava tora piştgiriyê de ne. Kirmizioglû diyar kir, zextên li hevalên wan ên girtî piştî ragihandina Rewşa Awarte zêde bûne û got, bi daxuyaniyên çapemeniyê û kampanyayên şandina pirtûk û nameyan ewl li hemberî zextên li hevalên wan tên kirin li ber xwe didin.

Kirmizioglû bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabin û berxwedana hevpar mezintir bikin.

Kirmizioglû herî dawî destnîşan kir, ku weke ABC ew ê ne tenê ji bo hevalên xwe, ji bo hemû girtiyên siyasî bixebitin û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kir. Kirmizioglû diyar kir, ew ê Mehmet Kaplan û girtiyên din ên siyasî bi tenê nehêlin û piştgiriya wan bikin.