Girtiyên li Alanyayê qala 'hiqûqa dijmin' kirin

Girtiyên li Alanyayê gotin, li girtîgehê kiryarên mîna 'hiqûqa dijmin' li wan tên kirin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Mahmûtlar a navçeya Alanya ya Antalyayê, li ser kiryarên 'hiqûqa dijmin' a li girtîgehê tên kirin, name şandin.

Li ser navê girtiyan Huseyîn Çig û Diyaveddîn Tûrhan name şandin û bal hat kişandin ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehê.

Di nameyê de hat gotin, "Li şûna hiqûqê nêzîkatiyên kêfî tên kirin û rêyên lêgerîna mafên mirovan tên girtin. Derfeta ku mirov karibin dengê xwe bigihînin derve ji holê hatiye rakirin. Zext û zordarî li civakê tê kirin ku bêdeng û xemsar be. Ji bo vê jî rêbazên şîdetê yên tên dîtin û nayên dîtin, tên bikaranîn."

NÊZÎKATIYA LI GIRTIYAN

Di dewama nameyê de, li ser binpêkirina mafên mirovan hate ragihandin, ku ew nema dikarin di asteke têrker de ji xizmeta tenduristiyê sûdê werbigirin, bi hinceta ku hejmara girtî û hikumxwaran zêde ye ancax mehê carekê wan dibin revîrê.

Hat gotin, dermanên ji aliyê doktorê revîrê ve tên nivîsandin, di dema xwe de nagihêjin ber destê girtiyan, birina girtiyên nexweş ji bo nexweşxaneyê bi mehan dereng tê xistin, girtiyê bi navê Omer Açar ê ku 2 caran krîza dil derbas kir û Vedat Kaya ku nexweşê hepatît b ye, ku divê mehê carekê ji aliyê doktor ve werin kontrolkirin, sal û nîveke nayên kontrolkirin.

Di nameyê de hat destnîşankirin, ku heman xemsarî li hemberî hemû girtiyên nexweş tê nîşandan, nexweş di nava lepên mirinê de tên hiştin û li ser wan tê ferzkirin ku bi rengekî kelepçekirî bên miayenekirin.

Girtiyan ragihandin, ji bo Omer Açar ê ku du caran krîza dil derbas kiriye û 60 ji sedî fonksiyonên dilê wî pûç bûye, nexweşxaneyê rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' daye û destnîşan kirin, ku ev mînak bi tena serê xwe nêzîkatiya li girtiyên siyasî radixe pêş çavan.

Di nameyê de işaret bi astengiyên li pêşiya derfetên paqijiyê jî hat ekirin û hat gotin, ku timî av li ser wan têbirîn û ava germ hefteyê du rojan tenê du saetan tê dayin

'NAXWAZIN EM TÊKILIYÊ BI CÎHANA DERVE RE DEYNIN'

Girtiyan diyar kirin, bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin ku têkiliya wan a bi cîhana derve re bê birîn û gotin, nameyên wan carna bi hefteyan radestî wan nayên kirin û nameyên bi Kurdî hatine nivîsandin jî bi îdîaya 'mesajên bi şîfre yên rêxistinî' ji wan re nayên dayin.

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA PIRTÛK, ROJNAMEYAN Û QENALÊN TELEVÎZYONÊ

Di nameyê de hat ragihandin, hemû pirtûkên weşanxaneyên mûxalîf (Aram, Bîlge, Ceylan hwd.) li wan hatine qedexekirin, biryara komkirina pirtûkên van weşanxaneyan hatiye dayin û personelên girtîgehê davêjin ser qewîşan û van pirtûkan didin hev.

Hat destnîşankirin, ku ji bo kovar û rojnameyên heftane jî heman astengî tê derxistin. Hat gotin, rojnameyên Ozgurlukçu û Rojeva Medyayê nahêlin bikevin hundirê girtîgehê.

Girtiyan dan zanîn, qenalên televîzyonê jî li gorî sîstema weşanê ya navendî tên diyarkirin û di vê çarçoveyê de tenê qenalên ku pesnê desthilatdariyê didin, li nava girtîgehê tên vekirin.

'PÊŞÎ LI SERDANÊ TÊ GIRTIN; EŞYAYÊN ME TÊN BELAVKIRIN'

Girtiyan li ser astengiyên li pêşiya serdanê û serdegirtina li qewîşan jî gotin, "Dema serdanê ku saeteke, daxistine 40-45  deqeyan. Hevalên me yên ji Sûriyeyê, ji ber şerê navxweyî yê li welêt û polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser Rojava, nikarin ji vî mafî sûdê werbigirin. Ev hevalên me her wiha nikarin ji mafê axaftina bi telefonê jî sûdê werbigirin."

Hat ragihandin, piştî hewldana darbeyê lêgerîna li qewîşan zêde bûne, di bin navê lêgerînê de davêjin ser qewîşan û bi mejiyê talanê hemû eşyayên wan ji hev dixînin û belav dikin.

'TECRÎD HEYE'

Di nameyê de li ser tecrîdê hate gotin, "Li girtîgeha em lê ne, hevalê me yê ku cezayê girtina heta bi hetayê lê hatiye birîn, li hucreya yek kesî tê girtin û bi mehan e em agahiyê jê nagirin."